'Êzidî hemû bibin yek, dem dema xweseriya Şengalê ye!'

Peymanên mîna yên sedsalê li ser Rojhilata Navîn hatin ferzkirin, li ser xelkê Şengalê jî tên ferzkirin. Tifaqa dewleta Tirk-PDK xwe dispêre vê yekê û hewl didin van peymanan pêk bînin.

Amadekariyên fermaneke nû li ser xelkê Êzidî yê Şengalê tê kirin. Vê carê tê xwestin ku bi destê hêzên hevkar û noker bê kirin. Li gorî lihevkirina Iraq û PDK'ê, wê rêveberiyeke nû li ser Şengalê bê ferzkirin, hêzeke nû ya leşkerî lê bê bicihkirin, Şengal ji nû ve bê avakirin û Êzidiyên penaber bên vegerandin. Dewleta Tirk a dagirker jî weke hêza veşartî ya peymanê di nav de cih digirge. DYE û hêzên cuda yên Neteweyên Yekbûyî jî piştgiriyê didin. Bi vê plan û lihevkirinê tê xwestin ku bi carekê li gelek hedefan bixin. Hêzên ku navê wan di peymanê de derbas dibin li ser herêmê xwedî berjewendiyên cuda yên siyasî ne.

Beriya her tiştî, tê gotin ku DYE naxwze hêzên Haşdî Şabî li wê herêmê bi cih bibin, lewma tevlî peymaneke wiha bûye. Lê belê di vir de bi berevajîkirina rastiyê, weke ku Haşdî Şabî li vê qadê ye, agahiyên şaş tên belavkirin. Dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze ku dawî li karên PKK'ê yên i wir bê anîn. Ji bo çêkirina peyman û planeke bi vî rengî, daxuyaniyên DYE'yê yên li ser herêma tampon û hwd. zemîn ji hêzên dagirker re amade kir.

Li ser xelkê Şengalê jî mîna peymanên sedsalê yên li Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Tifaqa dewleta Tirk-PDK xwe dispêrin vê yekê û hewl dide van peymanan bi cih bînin. Rola ku di vê peymanê de dane Iraqê jî sozên ji bo piştgiriya li hemberî tevlîheviya navxweyî û alîkariya pereyî ye.

Her wiha tê gotin ku PDK'ê gelek tawîzên siyasî û aborî daye hikumeta navendî û di mijara hatineya petrolê de jî peymanên nû çêkiriye. Hînbûna hemû aliyên vê peymanê û ronîkirina wan ji bo hêzên têkoşer girîng e.

Di dema nêz de dema ku li pêş çavên cîhanê û bi rengekî eşkere rê dan çeteyên DaÎŞ'ê û kirin ku li Şengalê qirkirina sedsalê bê kirin, van hêzên navborî bi rengekî veşartî li hev kiribûn. Di vê peymanê de yekane tişta ku hate guhertin ew e ku dixwazin vê yekê bi rengekî eşkere û li ser zemîneke meşrû bikin. Ev peymana êrişê ji aliyê cewherî ve ji polîtîkayên beriya niha yên ji bo qirkirina Êzidiyan ne cuda ye. Li pêşberî berxwedana li dijî fermana 2014'an hêzên eşkere û nepen ên di peymanê de cih digirtin bêdeng bûn, dest ji gel berdan û reviyan, niha jî nîşan didin ku eger berxwedanek pêk were ev hêz wê bi rengekî eşkere bi hev re êriş bikin.

Di vê peymanê de bi tenê hiştina PDK'ê û dewleta Tirk a dagirker, her wiha pêvajoya diyalogê ya navbera saziyên navneteweyî, hêzên navendî yên Iraqê û civaka Êzidî ya li ser doza mafdar a civaka Êzidî, wê vê peymana qirêj bi giranî pûç bike. Ji nerazîbûn û daxuyaniyên ji rojên destpêkê ve xuya dike ku ev peyman hîn ji destpêkê ve têk çûye û hêzên cihê xwe di nav de digirin wê poşman bibin.

Yek ji şertên peymana navborî ew e ku rêveberiyeke nû ava bikin. Niha li wê derê ji xwe meclîseke gel, rêveberiyeke xweser heye. Li şûna ku van xurt bikin, dixwazin ku li gorî armancên van hêzan rêveberiyekê ava bikin, bînin asteke welê ku kengî bixwazin karibin bi kar bînin. Ji bo vê jî rêveberî û desthilatdariyê ji bo xwe weke hêzeke girîng dibînin.

Eger ev salên dawî yên bi rêveberiya xweseriya demokratîk a Şengalê bên lêkolîn, wê bê dîtin ku civaka Êzidî ji her demê bêhtir yek bûne, bi xwişk û biratî di nava aramiyê de ne.

Beriya vê demê rêveberî û desthilatdariyek hebû, lê belê bi taybetî di dema desthilatdariya PDK'ê de tirs, kuştin, dizî û nelirêtî di asta herî bilind de li nava gel belav kiribûn. Lêkolînerekî jîr û jêhatî dikare vê yekê bi hêsanî eşkere bike û rastiyê bi raya giştî re parve bik. Ev zîhniyeta zordar û desthilatdar wê bibe sedem ku Êzidî hîn bi xurtî xwedî li doza xwe ya mafdar derkevin.

Her wiha ji bo ewlehî û hêza leşkerî qala avakirina hêzeke nû ya polîsan a ji hezaran kesî tê kirin. Di halê hazir de Asayîş û Yekîneyên Parastina Şengalê li gel kêmderfetan jî vê dikin û bi pêş ve dibin. Hêzên ku peyman çêkirine, bi taybetî jî PDK baş zanin ku ji bo rêveberiyê bi dest bixin û mayinde û misoger bikin, pêwîstiya wan bi hêzeke parastinê heye, naxwe nikarin vê bikin.

Eşkere ye ku wê hêzeke taybet bînin, lê ev hêz wê ji wê hêza ji ber DAÎŞ'ê reviya ne cudatir be. Şengal niha bi temamî ji aliyê mirovên dilxwaz ve tê parastin. Firotina jinan li bazara koleyan ji bîr nakin û bi vê têgihiştinê rêxisitniya xwe ya xweparastinê xurt dikin.

Her wiha meseleya jinûve avakirina Şengalê û vegerandina penaberan divê weke senaryoyekê bê fêhmkirin ku bi rêya vê yekê hewl da raya giştî ya derve û saziyên mîna Neteweyên Yekbûyî tevlî vê peymanê bikin. Di halê hazir de li pêşiya karê jinûve avakirina Şengalê kes nabe asteng, ji xwe Meclîsa Xweser a Şengalê timî bang dike ku kî dixwaze bibe alîkar dikarin alîkariyê bikin û dikin. Di vê mijarê de jî eşkere dibe ku peyman çiqasî sexte ye û ji bo xapandinê ye.

Herî dawî qala veger Êzidiyên penaber a li warê xwe tê kirin. Beriya her tiştî hêzên ku ev peyman çêkirine li pêşiya vegera gel asteng in. Tevî ku azadkirina Şengalê bi salan dewam kir, kampên Êzidiyên penaber ên li kontrola PDK'ê ku bê xwestin dikare di nava rojekê de jî derfetên vegerê bê afirandin, ji bo armancên siyasî nayên valakirin. Tevî ku eşkere ye plansaziyên bi vî rengî derew û berevajîkirine jî ji bo xapandina raya giştî ya cîhanê hewldaneke bi vî rengî tê kirin.

Lewma bi rêya vê peymanê dixwazin, civaka Êzidî ya azad ku bi fermana 73'an nekarîn teslîm bigirin bi hevkariya gelek hêzan qir bikin. Ev peyman ji êrişên DAÎŞ'ê bêhtir metirsîdar in, gelekî baş li ser xebitîne û li gorî asta berxwedaneke gengaz hatiye plankirin.

Civaka Êzidî ya azad û rêxistinbûyî, bi xurtkirina mafdarî û berxwedana xwe ya li her zemînê dikare vê peymanê têk bibe û xweseriya demokratîk mayinde bike. Li gel hemû zordarî û amûrên leşkerî yên noker û hêzên dagirker, derfet û şert û mercên vê yekê hene. Ya girîng ew e ku ev doza mafdar bi çalakiyên demokratîk ên dewlemend timî bê meşandin.

Civaka Êzidî li qada têkoşînê xwedî serweriyeke bi vî rengî ye, li nava mirovahiyê jî berxwedana wan rewa tê dîtin. Li pêşberî meşa bi rûmet a dilsoziya bi xaka xwe re ku pîvana bingehîn a çanda Êzidxanê ye, wê tifaqên hêzên qirêj û qirker pûç bikin û peymanên wan parçe bikin.

Rola bingehîn a ku Rêber Apo daniye pêşiya vî gelê qedîm, mezinkirina berxwedana li Şengalê û dilsoziya Mam Zekiyan a li gel hinceta bingehîn a têkoşînê ye.

Herî dawî dema ku rêyên rewa û demokratîk xitimîn, gelê Şengalê wê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo berxwedana herî bi heybet bi ruhê seferberiyê cihê xwe li nava refan bigire. Mîna li berxwedanên din wê di vê fermanê de jî di serî de keç û xortên leheng ên gelê Kurd, dost hemû wê gelê me ti carî bi tenê nehêlin û êrişên hêzên mêtinger û dagirker têk bibin.