Xelîfan qadeke li herêma Soran a Başûrê Kurdistanê ye. Bi çend kîlometreyan li rojavayê wê bajarê çiyayî Rewanduz heye. Di nava Diyana û Herîrê de ye. Çar aliyên xwe çiya ye, aliyê başûrrojavayê herêma Bradostê ye.
Ev herêm bi taybetî di nava 100 salên dawî de bû qada gelek berxwedanan. Bêguman li her bihosta xaka Kurdistanê şopa berxwedanê heye, hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê rojane ve.
Lê belê hin herêm hene ku hem ji ber taybetmendiyên xwe yên cografî hem jî ji ber civakîbûna mirovên xwe li kevneşopiya têkoşînê vekirî ne. Ev qada ku Geliyê Elî Begê dorpêç dike xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ye.
Ji bo Xelîfanê tiştekî xwezayî ye ku hembêza xwe ji ewladên xwe yên berxwedêr re veke. Lê belê hebûna hêzên ku li dijî Kurdan şerê qirkirinê dike, tê çi wateyê? Yan jî em bi vî rengî bipirsin: Çi karê dewleta Tirk li Xelîfanê heye?
Berdevkê PDK'ê çend roj berê dema ku bersiv da daxuyaniya HPG'ê wiha gotibû; "Endamên PKK'ê li herêma Xelîfanê çi dikin, çi karê wan li wir heye?" PDK'ê bi vî rengî bersiv da daxuyaniya HPG'ê ya li ser şehîdxistina 7 gerîlayan, ku dema koma ji gerîla hewl dida ji çemê Zê derbas bibe kete kemîna hêzên PDK'ê û şehîd hatin xistin. Li heman herêmê dawiya meha Tîrmehê PDK'ê êriş bir ser komeke gerîla ya ji 3 kesî û aqûbeta wan hîn jî nediyar e.
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî êrişên qirkeriyê li ber xwe didin, mafê xwe ye ku li her bihosta li çar aliyên welêt be. Ji mafekî wêdetir ev yek wezîfe ye.
Baş e ji bo hêzên faşîst ên qirker divê çi bê gotin? Çi karê wan li vê herêmê heye ku bi 40 kîlometreyî dûrî sînorê Bakur e? Li vir çi dikin, çi karê wan heye? PDK a ku ji bo gerîlayên PKK'ê dibêje 'Çi karê wan heye?' gelo dikare bersiva van pirsan jî bide?
Em qala bûyereke nû nakin. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan hîn beriya pênc salan di hevpeyvînekê de ya bi televîzyona KurdSatê re kir, gotibû ku leşkerên Tirk li Xelîfanê hene. PDK an jî rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê ku rêveberiya herêmê di destê wan de ye, ji bo van gotinan negotin ku nerast e. Kesî berevajî vê yekê tiştek negot.
Wê demê rast e. Wê demê leşkerên dewleta Tirk bi salan e li Xelîfanê ye û ev yek jî ji bo PDK'ê ne pirsgirêk e. Di heman demê de ji bo wan ne pirsgirêk e ku gerîlayên PKK'ê li vê derê bixin kemînê û şehîd bixin.
Ji bo mijar baştir bê fêhmkirin, hêja ye ku mirov balê bikişîne ser hebûna hêzeke cuda ya li herêmê. Ew jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye. Li Herîrê ku tenê bi çend kîlometreyan li başûrrojavayê Xelîfanê ye, baregeha hewayî ya DYE'yê heye. Ev baregeha ku sala 2003'an ava bû, yek ji du baregehên stratejîk ên DYE'yê yên li nava sînorên dewleta Iraqê ye. Karê xwe ne tenê baregeheke hewayî ye, dema dawî mîna navendeke bingehîn dixebite. Her wiha niha weke navenda operasyonê tê bikaranîn.
Lewma kêm e ku mirov bûyerên li vê herêmê diqewimin bi nêrîneke lokal û herêmî binirxîne. Cihekî welê ye ku hêzên herêmî û NATO'yê lê bi cih bûne. Divê mirov gotina 'Çi karê wan li wir heye?' ku PDK'ê ji bo gerîlayên PKK'ê got, bi vî rengî jî binirxîne.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA