ANALÎZ

17 hevdîtinên Barzanî yên li Bexdayê û di hevsengiya Iraqê de îlheq

Tê ragihandin ku Mesûd Barzanî ji kesên ku li Bexdayê hevdîtin pêk anî re daxwaz kiriye ku hilbijartinên Başûr di sala 2025’an de pêk werin û Enqereyê jî ji bo operasyonên dagirkeriyê yên nû xwestiye wext ji xwe re çêbike.

HEWLDANA MESÛD BARZANÎ YA JI BO PIŞTEVANIYA ÎLHEQÊ

Hewldanên îlheqkirina herêmê ya dagirkeriya dewleta Tirk, li herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê gihiştiye qoxaxa dawî; di dîroka qirkirina Kurdistanê de rûpeleke nû vedibe. PDK xwedî rola herî mezin e ku dewleta Tirk bi awayekî hêsan li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê li herêmê bi cih bîbe û ji bo ku xaka Başûr bide Enqere û Îslamperestên tundrew zend û bend badan. Bêdengiya Bexdayê ya li hemberî van hewldana jî tê wê wateyê ku ev yek erê kiriye yan jî hin peymanên veşartî îmze kirine. Li gel ku hevdîtina Mesûd Brazanî ya ji bo Bexdayê bi vî rengî tê nirxandin, tê ragihandin ku Mesûd Barzanî ji kesên ku li Bexdayê hevdîtin pêk anî re daxwaz kiriye ku hilbijartinên Başûr di sala 2025’an de pêk werin û Enqereyê jî ji bo operasyonên dagirkeriyê yên nû xwestiye ji xwe re wextî çêbike. Bêdengiya hêzên weke NY, DYE û YE’yê nîşaneya konsepteke navneteweyî ye.

HIKÛMETA HERÊMÊ BÊ DENG E Û GEL DIBÊJE ŞÊLADIZÊ

Bicihbûna nû ya dewleta Tirk a ji bo Behdînanê bû sedem ku gelê herêmê bertekeke mezin nîşan bidin û  heya niha ji bilî nerazîbûnên YNK’ê yên bi daxuyaniyên sînordar, ji hikûmeta herêmê û hêzên siyasî li dijî vê yekê tu daxuyanî nehatine dayîn. Her ku dem derbas dibe li kolanên Başûr lêgerîna bersiva pirsa ‘’Çima bêdeng in’’ zêdetir dibe û ev yek weke nîşaneya Serhildana Şêladizê ya ku di sala 2019’an de li hemberî dagirkeran derdikeve pêşiya me. PDK jî hewl dide ku rewşa heyî weke tiştekî normal nîşan bide û polîtîka û weşanên ku bertekên gelê herêmê bişkîne zêde dike.

DIXWAZIN BAŞÛR JÎ WEKE EFRÎNÊ WERE DAGIRKIRIN

Kiryarên artêşa Tirk yên weke kontrolkirina nasnameyan, valakirina gundan û binçavkirina welatiyên li herêmê û desteserkirina karên hundirîn yên herêmeke îdarî rê li ber ‘’rewabûna’’ hêzên li herêmê jî vedike. Yek ji fikara bingehîn ya gelê Başûr ew e ku di serî de DAÎŞ û bicihkirina Îslamperestên tundrew a ji bo herêmên hatine valakirin e. Dewleta Tirk bi bicihkirina DAÎŞ’îyan ya ji herêma Behdînan heya herêma Soranê hewl dide ku hem hêzên Îslamîst ên paramîlîter yên ku wê li dijî PKK’ê bikar bîne, ava bike û hem jî hewl dike ku demografiya herêmê biguherîne. Bicihkirina DAÎŞ’iyan a ji bo Berwarî û Bala ya herêmên Metînayê ji çend qonaxan pêk tê û ev yek tenê parçeyeke plana dewleta Tirk e. Girêdayî vê yekê dewleta Tirk dixwaze ji Duhokê bigire heya Hewlêr, Betîl, Dêrkar, Batûfa, Kanîmasî, Dêrelûk, Şêladizê û Dînarteyê herêmeke tamponê ya ku ji DAÎŞ’îyan pêk tê, ava bike. Li gel vê yekê dixwaze ku weke Efrîn û Serêkaniya Rojava herêmeke ku ji Îslamperestên tundrew pêk tê, di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ava bike.

BARZANÎ LI BEXDAYÊ JI KÊ RE ÇI GOT

Hewldana PDK ya herî dawiyê bû serdana Mesûd Barzanî ya ji bo Bexdayê. PDK ji bo ku desthilatdariyê di destê xwe de bigire hewl dide ku têkiliyên xwe yên li gel hikûmeta navendî ya Iraqê baştir bike. Barzani bi Bolyozê Tirkiyeyê yê Iraqê Anil Bora Înan, Serokwezîrê Iraqê Sûdanî, Nûrî Malîkî ku li Bexdayê kesekî bibandor e, Hadî Amîrî, Omer Hekîm û derdorên Şîe û Sunî re hevdîtin pêk anîn. Tê ragihandin ku di van 17 hevdîtinan de mijarên weke operasyona dagirkeriya nû ya dewleta Tirk, rageşiya di navbera Bexda û Hewlêrê de û hilbijartinên Başûr hatine gotûbêjkirin. Her wiha hate ragihandin ku Barzanî ji hemû aliyên Iraqê daxwaz kiriye ku hilbijartinên parlamentoyê di sala 2025’an de werin kirin û ev yek weke daxwaza dewleta Tirk nîşan daye.  Tê îfadekirin ku Enqereyê ji PDK’ê re gotiye; ‘’Dibe ku vê havînê dema ku me ji bo operasyonê diyar kiriye, dirêj bibe. Ger hûn li gorî van şert û mercan bikevin hilbijartinan, hûn ê di hilbijartinan de têk biçin. Hûn hilbijartinên herêmê li gel hilbijartinên giştî yên Iraqê bikin, wê baştir bibe.’’ Tê diyarkirin ku Barzanî girêdayî van daxwazan li Bexdayê hin bazar pêk anîne û hin daxwazên hikûmeta navendî qebûl kirine. Daxuyaniyên erênî yên têkildarî hevdîtinên Barzanî û Hadî Amîrî hatine dayîn, pirsa ‘Gelo Barzaniyan vê carê çi hişt ser maseyê?’ anî rojevê.

PKK Û DEMSALA HAVÎNÊ

Her wiha rastiya plana di demsala havînê de ku hikûmeta Erdogan ji bo operasyon û çalakiyên nû yên li hemberî PKK’ê diyar kiribû, derket holê û ji aliyê hemû aliyan ve jî hate zanîn ku ev daxwaza wan li gorî wan pêk nayê. Taktîk û stratejiyên ku di warê leşkerî de hatine pêşxistin, di qadên şer de ji bo artêşa Tirk rewşeke nû îfade dike û ev yek nîşanî me dide ku ger dewleta Tirk hebûna xwe ya li çiyayên Kurdistanê berfirehtir bike, wê li hemberî vê yekê bedêlên siyasî û leşkerî yên giran bide.

ROLA BEXDAYÊ YA DI MIJARA ÎLHEQA DEWLETA TIRK DE

Li gel hêzên siyasî yên herêmê bêdengmana hikûmeta navendî ya Iraqê ya ji bicihbûna dewleta Tirk a li herêmê, careke din bal kişand ser têkiliyên dewleta Tirk û Bexdayê ku weke têkilyên ‘’veşartî’’ xuya dikin. Her çend hin saziyên fermî dibêjin ku ew kiryarên dawî yên dewleta Tirk qebûl nakin jî geşedanên li qadê rewşa berovajî ya vê yekê nîşan didin. Lihevkirinên di navbera Enqere û Bexdayê yên di bin navê ‘ewlehiyê’ de hatine kirin gotinên Iraqê pûç dike. Ku di naveroka van hevdîtinan de avakirina navenda koordîsyona hevpar û baregehên leşkerî cih digirin. Li gel vê yekê agahiyên ku avakirina 27 qereqolên li ser sînorê Tirkiye û Hewlêr û Duhokê ku PDK jî di nav vê yekê de ye, nîşan dide ku Bexda jî di polîtîkayên dagirkirina herêmê de xwedî rol e. Yekem pêngavên vê yekê jî bûn nuqteyên kontrolkirinê yên ku artêşa Tirk li Kanîmasî û Bamernê ya bajarên Duhokê danîne. Her wiha li herêmên Bala û Berwariyê jî 300 DAÎŞ’î hatine bicihkirin. Dewleta Tirk weke siyasî û hiqûqî ji bo ku li hin deveran xwe bi cih bike, serî li hin rê û rêbazan dide. Li cihên ku artêşa dagirker nikare têkevê jî bi bicihkirina Yekîtiya Muhefizên Sînor ên Iraqê, hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê û DAÎŞ’iyan hewl dide ku Başûrê Kurdistanê veguherînên navendeke leşkerî.

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ: MIN NEDÎT, NEBIHÎST Û NIZANIM

Bêdengbûna Neteweyên Yekbûyî (NY), Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li hemberî kiryarên leşkerî yên artêşa Tirk ên li herêmê, nîşan dide ku hêzên navneteweyî ji rewşê agahdar in. Hema bibêje bi destê Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê baregeheke NATO’yê tê avakirin û pir eşkere ye ku haya DYE û Îngilistan a ku li Iraqê xwedî hêzeke polîtîk in, ji hemû geşedanan heye. Her wiha hêzên berbehs beriya niha mekanizmayên hiqûqî yên navneteweyî xistibûn dewrê û polîtîkayên Rûsyayê yên têkildarî Qirim û Ukraynayê û polîtîkayên Îsraîlê yên têkildarî Filîstînê weke îlheqkirinê pênase kiribûn lê belê li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê rola kerrbûn, lalbûn û nezanbûnê dilîzin.