Zûma: Rewşa tenduristiyê ya Mandela hînê krîtîk e

Zûma: Rewşa tenduristiyê ya Mandela hînê krîtîk e

Serokdewletê Efrîka Başûr Jacop Zûma da xuyakirin ku rewşa "krîtîk" a tenduristiya Nelson Mandela dewam dike.

Rewşa tenduristiyê ya lîderê efsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela, ku beriya du hefteyan ji ber enfeksiyona pişikê rakirin nexweşxaneyê, duh bi şev xerab bûbû.

Serokdewletê Efrîka Başûr Zûma li Johannesbûrgê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Doktor çi ji dest tê dikin." 

Mandela yê ji meha Kanûnê û vir ve çar car in radikin nexweşxaneyê, tê gotin ji aliyê hilm-stendinê ve pirsgirêkên giran dijî. Doktoran heta roja Şemiyê di daxuyaniyên xwe de diyar kiribûn ku rewşa Mandela "ciddî ye, lê stabîl e". Lê daxuyaniya doktoran a roja Yekşemê li welêt û tevahiya cîhanê rê li ber fikaran vekir.

Mandela, piştî ku di sala 1999'an de dest ji wezîfeya Serokdewletiyê berda, zêde di nava gel de xuya nedikir. Mandela herî dawî di Tîrmeha sala 2010'an de di maça fînalê ya Kûpa Cîhanê de derketibû nava gel.

NEXWEŞIYA PIŞIKÊ JI BER ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ YE

Mandela ku di navbera sala 1994-1999'an de weke yekemîn Serokkomarê Reşik li Efrîka Başûr dest bi wezîfeyê kir, weke lîderê têkoşîna li dijî nijadperestiyê tê qebûlkirin.

Mandela di dema rejîma Apartheîd de 27 salan li girtîgehê ma û dema li girtîgeha Robben ji sala 1980 û pê ve dihat ragirtin, bi nexweşiya weremê ketibû. Tê gotin, gava Mandela li girtîgehê di kana kevir de dihat karkirin, li pişika wî nexweşiyeke mayînde rû daye.

Mandela tevî ku demeke dirêj girtî ma jî, li dijminên xwe yên berê borandibû û banga aştiya navbera reş û spiya kiribû.

Nelson Mandela di heman demê de di sala 1993'an xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê ye.