Zûma: Rewşa Mandela baş e

Zûma: Rewşa Mandela baş e

Serokdewleta Efrîkaya Başûr Jacob Zuma derbarê rewşa tenduristiya rêberê efsanewî Nelson Mandela de daxuyaniyek da û diyar kir ku rewşa Mandela baş e.

Rêberê Efrîkaya Başûrê Nelson Mandela ku 94 salî ye, roja çarşemê rakiribûn nexweşxaneyê. Serokdewlet Jacob Zuma derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “hewceyê panîkê nake” û ragihand ku rewşa Mandela baş e.

 Zuma ku ji BBC’yê re axivî got: “Ez ji gel re dibêjim ku êdî Madîba ne ciwan e. Ger carna biçe kontrolê divê em ji vê yekê guman nekin. Divê gel nekeve panîkê.”

Mandela herî dawî di meha berfanbarê de rakiribûn nexweşxaneyê 18 rojan di nexweşxaneyê de bû. Her wiha di serê vê mehê de jî ji bo kontrolê 24 saetan di nexweşxaneyê de mabû.

Xwediyê Xelata Nobel a Aşitiyê û rêberê Efrîkaya Başûr ê ku li hemberî rejîma nijadperest a Apartheidê rabû, piraniya demê xwe li bajarê Johanesburgê û gundê zarokatiya xwe Qunuyê diborîne. Mandela di 94’emîn rojbûna xwe de li gundê xwe bi cih bibû.

Rojbûna Mandela 18’ê Tîrmehê li Efrîkaya Başûr bû pîrozbahiyeke girîng. Mandela Day (Roja Mandela) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke roja veqetandina 6 7 deqedyên xwe b ji bo yên din, banga gerdûnî nas kir.

Ev 67 deqe temsîla 67 salên Mandela dikin. Neslson Mandela 25 salên temenê xwe di zîndana rejîma nijadperest a Apartheidê de borand û din navbera salên 1994-1999’ê de bû Serokkomarê Efrîkaya Başûr, sala 1993’yê Xeleta Nobel a Aşitiyê wergirtibû û sala 2004’ê jî xwe ji siyasetê vekişandibû.