Zirara şerê li Sûriyeyê 19 milyar euro
Zirara şerê li Sûriyeyê 19 milyar euro
Zirara şerê li Sûriyeyê 19 milyar euro
Serokwezîrê Sûriyeyê Vael El Halkî aşkera kir ku, di şerê 30 mehan de ji ber “çalakiyên terorîstî zirarê ku di sektorên taybet û gelemperî de” pêkhatî 2 trilyon 900 milyar lîreyê Sûriyeyê ye (nêzî 19 milyar euro) dike.
Li gorî ajansa nûçeyan ya Sana (Syrian Arab News Agency) Serokwezîrê Sûriyeyê Vael El Halkî di civînek ya parlementoyê de axivî û got, planek ya ji nû ve avakirinê heye û dewlet dê ji “welatên dost” deyn bixwaze.
Halkî aşkera kir ku, ji pevçûnên Adara 2011’an ve dom dikin û êrîşên komên çekdar ên weke “terorîst” binav dikin, di sektorên taybet û gelemperî de bûye sedema zirarek 2 trilyon 900 milyar pereyê Sûriyeyê (nêzî 19 milyar euro) dike.
Serokwezîr da zanîn ku, bitaybet ji ber hilberîna enerjiyê ket, kêm maye rezerveyên biyanî xilas bibin. Li Sûriyeya ku ji hilberîna petrolê tîmar dibe, di destpêka şer de rezerveyên enerjiyê 18 milyar dolar bû.
Ji ber razemeniyên navnetewî û kanên petrolê ên ketin destê komên çekdar de, ji destpêka şer ve li Sûriyeyê hilberîna petrolê ji sedê 90 ket.
Serokwezîr da diyarkirin ku, li bajarê sêyemîn mezin ê welat Himusê sedê 10 rafîneyên petrolê lê kar dikin, li bjarê Bania ê di destê rejimê de jî rafîne sedê 80 kar dikin. Tê diyarkirin ku, ev jî qismek yê pêwîstiya enerjiya hundir pêşwazî dike.