Zehra Dogan li kolanên Londonê wêneyê Hemîd xêz kir

Rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan li kolanên Londonê wêneyê Mihemed Hemîd ê 13 salî ku di êrîşên dewleta Tirk de laşê wî şewitîbû xêz kir.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên qirker, dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva çapemenî û rêxistinên civaka sivîl a navneteweyî de ye, her wiha nerazîbûna rojnamevan, rewşenbîr û hunermendan jî didome.

Rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li kolanên Londonê xêz kir.Dogan wêneyê Mihemed Hemîd ê 13 salî ku di encama êrîşên dewleta Tirk a bikaranîna çekên kîmyewî de laşê wî şewitîbû li ser dîwarên Pira Green Lanesê xêz kir û got: “Dewleta Tirk li Rojava çekên kîmyewî bikar tîne.”

Beriya niha jî Zehra Dogan li kolanên Londonê wêneyê Ceylan Onkol a 14 salî ku di sala 2009’an ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin û berxwedan Rojava xêz kiribû.