Zaxarov: Rola Ocalan a siyasî hatiye fêmkirin

Zaxarov: Rola Ocalan a siyasî hatiye fêmkirin

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Herêmên Derya Reş û Hezerê yê Rûs Vlademir Zaxarov pêşketinên li Rohtilatanavîn, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, hevdîtinên di navbara Rêberê Gelê Kurd Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de û mudexelaya Amerîka ya Rojhilatanavîn nirxand. Zaxarov di nirxandina xwe de da diyarkirin ku planên li ser Rojhilatanavîn tên meşandin hemû li pişt okyanûsê ten amadekirin.

Ev du salin li Rojhilatanavîn gelek pêşketinên girîng tên diqewimin. Ev pêşketinan qedera gelek welatan bi xwe re da guhertin. Ji ber vê yekê bi taybet pêşketinên li welatên Ereb û Tirkiyiyê diqewimin jî, ji hêla pispor û zanyaran ve pir zêde tê nirxandin. Li ser van mijaran ji Rûsyayê Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî yê Herêmên Derya Reş û Hezerê yê Rûs Vlademir Zaxarov nerînên xwe li ser pêşketinên dawî yê li Rojhilatanavîn, planên Amerîka yên li ser herêmê, pêşketinên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin bi ANF’ê re par vekir. Zaxarov di nirxandina xwe de da girtina Ocalan bêhêziya Tirkiye dide nişandan.

Zaxarov di nirxandinê de da zanîn ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye famkirin û got: “Rewşa niha li Kurdistanê heye û tiştên ku li ser gelê Kurd tê meşandin li ser mirovatiya cîhanê şopek mezin dihêle û bi herkesi dide famkirin ku pêwîste ev pirsgirêk êdî were çareserkirin. Pirsgirêk hîn bi awayekî aşkere li holê sekiniye. Serokê Amerîkayê di van rojên dawî de daxuyaniyek da û ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku, hevdîtinê bi Ocalan re bidomîne. Ev jî aşkere dike ku rola Abullah Ocalan ya siyasî ji hêla van ve tê famkirin ku çi ye. Girtin û mehkûmkirina Ocalan bi awayekî pir aşkere bêhiziya Tirkiyeyê nişan dike. Devleta Tirkiye bê hêz e û nizane ka dê çawa pirsgirêka Kurd çareser bike. Herdem dewleta Tirk xwestiye bi prensîb û rêbazen xwe vê pirsgirêkê çareser bike. Lê gelê Kurd van prensîb û rêbazan napejrîne. Tiştên îro li Tirkiyeyê diqewimin, careke din diyar dike ku ne tenê gelê Kurd piştgiriya parlementerên Kurd dike, gelên din yê di nav sinorê Tirkiyeyê dijîn jî piştgiriyek mezin didin wan.  Ji berê vê nerîna min ew e ku, dê zû dereng rojekê dewleta Kurd di nexşeya cîhanê de cihê xwe bigre.”

Li ser hevdîtinê di navbera dewleta Tirk û Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin Zaxarov wiha axifî: “Hevdîtinên bi Ocalan re dest pê kirine tiştekî pir baş e. Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk jî fam kirye ku Ocalan bi îrade ye û temsîla îrada gelê Kurd dike. Gelê Kurd jî li Ocalan guhdar dike û gotinên wî pêk tîne. Bê gûman mirov niha nizane di navbera her du milan de çi tê nîqaşkirin lê bêgûman dewleta Tirk dixwaze Ocalan hinekî nerm bike û hewil bide ku gava paş ve pê bide avêtin. Ev yek asayî ye di hevdîtinan de tiştê wiha çêdibin. Lê bûyerên di van salê derbasbûyî de da diyarkirin ku Ocalan xwedî îradeyek mezine û xwedî prensîb e di pirensîba xwe de jî ti cara gava paşve navêje. Ocalan ti caran prensîbê xwe naxe mijara nîqaşê lê ew azadiya gelê xwe dixe pêşiya azadiya xwe.”

DYA WE BEŞDARÎ HEVDÎTINA BIBE

Zaxarov li ser pozisyona Amerîkayê di hevdîtinê di navber dewleta tirk û Ocalan de tên meşandin jî got: “ Haya Amerîkayê ji van hevdîtina heye û nefermî beşdariya xwe jê re çêdike.” Zaxarov wiha pêde çû: “Ez pir bawer im ku DYA jî dê têkeve nav pêvajoya hevdîtina bi Ocalan re. Ne şerte ku aşkere beşdarî hevdîtinan bike wê veşartî beşdariya xwe ji van hevdîtinan re çêke. Lê li gor nerîna min mijara avakirina Kurdistanê ne mijareke xeyali ye wê pêk were û hertişt ber bi wê ve diçe. “

‘RASTÎ EW E KU KURD PIŞTGIRIYA GELÊ SÛRIYEYÊ DIKIN’

Li ser têkîliyê di navbera Kurdên Rojava û rejîma Esad de jî Zaxarov wiha axifî: “Kurdistan ji milê çar dewletan ve hatiye perçekirin. Ji van dewletan, Kurdên li Sûriyeyê dijîn dikin li gor nexşeya Sûrî dikevin Bakûre Sûriyeyê. Tekîliyê di navbera Esad û Kurdan de zê de ne hişk e. Kurdên li Bakûrê Sûriyê dijîn di pozisyonekî ne dijî rejîmê ne jî dijî muxalifetê bin de ne. Bêgûman ev pêwîste wek piştgiriyekê ji projeya Rojava re neyê dîtin. Rastî ew e ku Kurd milê gelê Sûriyeyê digrin.”

NAXWAZIN KURD BIBIN XWEDÎ STATU

Zaxarov li ser pevçûnên di nav Sûriyeyê de jî got: “Şerê niha li Sûrî tê meşandin şerê di navbera Rohihat û Rojava de ye” û wiha pede çû:  “Her kesî digot piştî Sûrî dê dor  were Îranê lê kesî hêvî nedikir ku dê Sûrî ewqas li ber xwe bide. Sûrî ne ji rêzê ye. Ji neyarê xwe re da nişandan ku ew wek guzek hişk li  ber xwe dide û zû bi zû naşkê. Hêzên ku niha di nav axa Sûriyeyê de li beramberî rejima Sûrî şer dikin hemû hêzên derve ne. Ji ber ku hêzên niha şer dikin hemû bi piştgiriya derve xwe li ser piya digrin. Ger piştgiriya derve nebûya niha ji zû ve şkestibûn. Ev hêz qasî beramberî rejimê disekinin û şer dikin ewqas jî naxwazin Kurd li herêmê bibin xwedî statû. Ji ber ku yê piştgiriyê didin wan naxwazin Kurd bibin tiştek, ji ber ve yekê ew jî naxwazin.”

NAVÊ BÊAXLAQIYÊ BÛYE DEMOKRASÎ

Di nirxandinên xwe de Zaxarov da diyarkirin ku Rojava şerê ku li Rojhilatanavîn dane meşandin hemû wenda kirine û got: “ Niha cihana îslamî hêdî hêdî perçe dibe. Demekê Amerîka ji bo berjewendiyêm xwe yê herêmê biparêze piştgirî dida hin Mislimanan. Lê Amerîka di pêkanîna van planê xwe de encam negirt. Niha jî dixwaze piştgirî bide hin mislimanên cûdatir û bi stratejiyek nû ve dixwaze parastina berjewendiyê xwe hilde saxlemiyê. Ger Amerîka bi vê plana xwe bi ser bikeve wê demê dikare bandora xwe li herêmê berdewam bike. Ji ber ku mantalîta Rojhilat û Rojava ne wek hev e, dê ev plan pêk neyên. Rojava hemû şer wenda kirine. Di warê exlaqî de jî heya dawî di nav bêexlaqiyê de dijîn.”

DÊ HEMÛ CÎHAN TEVLÎ ŞER BIBE

Zaxarov da diyarkirin ku Amerîka amadekariya şerekî dijî Îranê dike û got: “Amerîka îro hêdî hêdî amedekariya şerekî dijberî Îranê dike.  Li gor nerîna min ev şer wê merheleya aktiv ya şerê cîhanê yê sêyemîn be. Ji ber ku ev şer wê netenê şerê di nav bera Amerîka û Îranê de be. Wê hemû cîhan tevlî vî şerî bibe.”

‘HÛN ÇI JI ROJHILATA NAVÎN DIXWAZIN!

Li ser dagirkeriya Amerîka ya Rojhilatanavîn Zaxarov got: “Ev bûyerên di van du salên dawî de pêk hatin, demek dirêje li pişt okyanûsê hatin amadekirin û plankirin. Ji ber vê yekê kes nikare bêje ev bûyerên ku diqewimi hayê Amerîka jê nîne. Ji ber ku her roj dolar qîmetê xwe wenda dike ev yek ji bo aboriya Amerîka darbeyek pir mezin e. Ev yek hebûna dewleta Amerîka jî dixe bin xeteriyê. Ji ber ku Amerîka bi aboriya xwe heye, dewleta xwe bi aboriya xwe ava kiriye. Ji ber vê yekê ji bo Amerîka wenda neke pêwîste hinek tiştên awarte pêk bîne. Ev şerê ku li Rojhilatanavîn derdixe jî sedema xwe eve. Mînak Qedafî ti cara dijminantiya Amerîka nekir heya mirov dikare bêje dostê Amerîkayê bû. Lê Qedafî tiştekî wiha pêk anî ku Amerîka ti çarî jê hêvî nedikir. Qedafî da diyarkirin ku dê dinarê zêrîn derxe û li cîhanê belav bike. Bi vê daxûyaniya Qedafî Amerîka şaşwaz bû. Ji ber ku li ser riyê erdê ti pere ji wê qaxiza kesk binirxtir nebû. Ji bo vê jî bi hincetê cûda Qedafî ji holê rakirin. Piştî Qedafî ji holê rakirin û şûn ve lê meyzandin ku kes ji wan re nabêje hûn ji Rojhilatanavîn çi dixwazin ji ber vê yekê ev pêla xwe ya dagirkeriyê berdewam kirin.Bi vê rêbazê xeteriya li ser dolara xwe ji holê rakirn.”

AMEDEKARIYA ŞER

 Di dawiya axaftina xwe de Zaxarov da diyarkirin ku ji niha ve Amerîka dest bi amedekirina şerekî li dijî Îranê kiriye û got: “Îro Amerîka dixwaze li Rojhilatanavîn dewletên îslam û Îranê bera hev de. Amadekariyê vê jî bi çîrokên cûda cûda daye destpêkirin. Mînak ji beriya çend roja hat gotin ku çend sîxûrê Îranê li Siûdî hatine girtin û ev kesana di nav amadekariyê çalakiyekê yê li dijî baylozê de bûne. Lê derket holê tiştekî wisa nîne. Ev hemû çîrok in.  Ji ber çi li Siûdî tiştekî wiha çêdikin ji ber ku monarjiya Siûdî û Qetar jî rojên xwe yê dawî dijîn. Her wiha wan xwe bi temamî firotiye Amerîka ji ber vê yekê îro Amerîka çi bixwaze bi wan dide kirin. Îro li Rojhilatanavîn gelê ku Amerîka nikare bikire gelê Kurd e. Amerîka ji bo gelê Kurd bikire çi ji destê wê hat kir. Lê hemû xiyalê Amerîka têk çû bi ser neket. Ji ber vê yekê dema gelê Kurd bibe xwedî welat û di welatê xwe de azad bijî ezê pir keyfxweş bibim. Ji ber ku li ser rûyê wê erdê gelek êş û tirajediyên pir mezin jiyan. Azadî û di welatê xwe de bijîn, wek her gelê mafê wan yê xwezayi ye.”