YPS: Me li Amedê ajanek ceza kir

YPS'ê ragihand ku li navçeya Sûrê ya Amedê wan "ajanek" ceza kirine û hişyarî da kesên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin.

Li gorî daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî ya YPS'ê, 'ajan'ê bi navê Suleyman A. hatiye cezakirin.

YPS'ê diyar kir ku 29'ê Gulanê li taxa Saraykapi ya navçeya Sûrê ya Amedê wan li dijî wî kesî bi 'çekên ferdî' çalakî kirine û ragihand, "Vî şexsî bi salan li dijî gelê Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya Kurd karê ajantî û kontra dikir û bû sedem ku bi sedan mirovên welatparêz bên girtin."

YPS'ê diyar kir ku di encama çalakiya wan de Suleyman A. bi giranî birîndar bûye û hişyarî da nokeran.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hewl tê dayin ku dezgehên qirêj ên nokerî û ajantiyê bi rêk û pêk li nava civaka me belav bikin û bi xençerê xiyanetê derbê lê bixin. Di şerê bêeman ê gelê Kurd de yê li dijî mêtingeriya Tirk tê meşandin, noker, ajan û kontra ji pişt ve li civaka me dixin û zerareke mezin didin civaka me. Lewma heta ku kesên bi vî rengî neyên bêbandorkirin wê gelê Kurd nikaribe li xaka xwe bi rengekî azad bijî."

Di dewama daxuyaniya YPS'ê de hate gotin, "Di çarçoveya pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingeran û ajan-nokeran de, kesên ajan, kontra û noker ên li dijî gel şer dikin wê li her cihî û her kêliyê bibin hedefa me. Me diyar kiribûn ku divê ev şexs tavilê dest ji vî karê xwe berdin."