YJA Star: Fazil Botan wê ti carî nayê jibîrkirin!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê fermandar Fazil Botan bi bîr anî û got, "Ev war, tevgera me, gelê me û hevrêyên wî wê ti carî wî ji bîr nekin û bi hêza ji wî wergirtî wê bi pêş ve biçin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, "Hevrêyê me yê hêja fermandarê leheng Fazil Botan ku 15'ê Hezîrana 2022'an li qada lê dihate dermankirin şehîd bû, bi soza biserxistina armanca wî, bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin."

Fermandariyê diyar kir ku nasnameya mirovê azad a li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama têkoşîneke zehmet û bi biryar de hate afirandin û wiha dewam kir:

"Gelek hevrêyên hêja kuk bi pêwîstiya azadiyê tevlî vê têkoşînê bûn, bi vê jiyanê re bûn yek û gav bi gav bi cewhera dîrokî ya mirovahiyê de bûn yek, bi pêş ket, bûn xelekên pêkhatina vê efsaneyê. Hevrêyê me Fazil di jiyana şoreşgerî ya 34 salan de bi cewhera xwe ya azadiyê, bi sekna xwe ya welatparêziyê ya Botanê, bi sekna xurt a tevlîbûna li xet û rastiya Rêbertî û pêşengiya xwe, li ser bingeha gelek serketinan di têkoşîna azadiyê ya civaka Kurdistanê de bû hevrêyekî malê dîrokê û yek ji vê xelekê. Hevrêyekî welê bû ku di her kêliya 34 salan de hewl da Rêber Apo fêhm bike, bi dilxwazî û bêteredût tevlî bû, xwe ji ti fedakariyê venegirt, bû mirovekî bi hurmet ji gel, rêxistin, nirx û hevrêyên xwe re, bi jiyana xwe ya bi wate bi coşeke mezin tevlî bû. Li ser vê bingehê tevlîbûneke bi rengê Egîdî ji xwe re kir esas û di jiyanê de pîvanên rêxistinê bi rengekî rast temsîl kir, li ser bingeha dilsozî û hezkirina mezin a Rêber Apo, aliyên xwe yên serweriya mêr ji holê rakir, ji bo vê têkoşiya û bû nîşaneya pîvan û hurmeta li hevrêyên xwe yên jin. Bi van pîvanan li çar parçeyên Kurdistanê di her astê de tevlî pratîkê bû, bi feraseta xwe ya wezîfeyê ya dîsîplînî fermandarî kir, hevrêyên xwe, nirxên rêxistinê mezin kir, li her derê bi pêş ve çû û di asta serketinê de timî tevlî bû. Bi şêweyê tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re gelê xwe û nirx bi gavekê bi pêş ve bir, hewl da ku dijmin timî têk bibe û di asteke girîng de ev armanca xwe bi ser xist. Hevrêyê me Fazil di sala 2008'an de li Zapê dijmin têk bir, di sala 2022'an de bi berxwedana mezin a li Zapê re, di destketiyên bi sekna destanî ya Avzem û Bageran hate bidestxistin de xwedî parekê bû. Li ser bingeha sekna bi hurmet a li jinê, gel, û nirxan û hewldana fêhmkirina Rêber Apo bû fermandar, bi asta xwe ya milîtaniyê di xeta Rêbertî de pêşengî kir û li nava hevrê û gelê xwe nemir bû.

Meha Adarê ku di rastiya Rêber Apo de bi bilindkirina nirxên civaka polîtîk û exlaqî ya xwedawendiyê ji bo hesabpirsîna ji Dehaqan agirê têkoşînê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Fîkrî Baygeldî, Ronahî û Bêrîvanan lê bilind bû û bi şehadeta fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz gihîşt asta lehengiyê, payeya rûmetê bêhtir bilind û şênber kir. Ev dema ku me agahiya li ser şehadeta hevalê Fazil eşkere kir di heman demê de wateya hevalê me Fazil nîşan dide. Di şexsê hevalê Fazil de em şehîdên xwe yên meha Adarê hemûyan bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin û soza afirandina civaka azad a li ser bingeha nasnameya mêr ê azad û jin a azad, li pêşberî şehîdan pîvana me ya dilsozî û berpirsyariyê ye. Fêhmkirina şehîdan mezinkirina rastiya şehîdan e, fêhmkirina xeta Rêbertî û bicihanîna wê ye, biserxistina wê ye. Qîmet û wateya ku em didin jiyana bi hurmet a li jinê, kedkar, dilnizm û sade ya hevrê Fazil, em ê bi bicihanîna xeta Rêber Apo, bi pratîka xwe ya misogerkirina azadiya gelan û civaka xwe ya li ser bingeha azadiya Rêber Apo nîşan bidin. Ev war, tevgera me û gelê me, hevrêyên wî wê qet wî ji bîr nekin, bi hêza jê wergirtî wê bêsînor ber bi paşerojê ve bimeşin. Li ser vê bingehê em fermandarê hêja hevrê Fazil bi rêzdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata wî û gelê me yê welatparêz re dixwazin."