YE xwe amade dike Hîzbûllahê têxe lîsteya "terorê"
YE xwe amade dike Hîzbûllahê têxe lîsteya "terorê"
YE xwe amade dike Hîzbûllahê têxe lîsteya "terorê"
Wezîrê Karên Derve yên Yekitiya Ewropayê (YE), wê di civîna xwe ya îro de binirxîne ka baskê leşkerî yê rêxistina Hîzbûllah a Libnanê têxin lîsteya "rêxistinên terorê" yan na.
Ji bo yekitî Hîzbûllahê têxe "lîsteya terorê" yekdengiya 28 welatên endam divê. Pirraniya welatên endam alîgirin ku Hîzbûllah li lîsteyê were zêdekirin, lê hin ji wan bi fikarin ku di rewşeke bi vî rengî de aloziya li Libnanê dikare mezintir bibe.
Eger baskê leşkerî yê Hîzbûllahê li lîsteya "rêxistinên terorîst" bê zêdekirin, wê li derveyî qanûan be ku alîgirên rêxistinê yên li Ewropayê pere ji rêxistinê re bişîne yan jî dîplomatên Ewropî bi milîtanên Hîzbûllahê re hevdîtinan bike.
Di vê navberê de hikûmeta Libnanê roja Înê gotibû "beşeke girîng a civaka Libnanê ye" û bang kiribû ku Hîzbûllah li lîsteya "rêxistinên terorê" neyê bicihkirin.
Piştî ku Hîzbûllahê di şer de li gel rejîma Beşar Esad cih girt, welatên Ewropayê helwesta xwe ya li hemberî wê tund kirin. Welatên ku dixwazin Hîzbûllahê bixin lîsteya rêxistinên "terorîst" îdîa dikin ku "delîlên pê bawer" di destê wan de hene ku Hîzbûllahê êrîşa bombeyî ya par li Bûlgarîstanê kiriye ku di encamê de 5 jê Îsraîlî 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hîzbûllah jî sûcdariyên ji ber vê bûyerê red dike.
Hîzbûllah di lîsteyên "terorê" yên DYE, Kanada, Awûstûralya, Îngilîstan û Holandayê de cih digire.