YE hewl dide Hîzbûllahê têxe lîsteya "rêxistinên teror" ê

YE hewl dide Hîzbûllahê têxe lîsteya "rêxistinên teror" ê

Hat ragihandin, Yekitiya Ewrûpa hewl dide baskê leşkerî yê Hîzbûllah a Libnanê di nava lîsteya xwe ya bi navê "rêxistinên terorê" de bi cih bike.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, Îngilîstanê ji hevkarên xwe yên Ewrûpî, daxwazeke bi vî rengî kiriye. Tê gotin, gotûbêjênli ser vê mijarê wê di destpêka meha Hezîranê de destpê bikin. Dîplomatekî got, "Em hêvî dikin heta meha Hezîranê baskê leşkerî yê Hîzbûllahê di lîsteya "rêxistinên terorîst" de bicih bikin."

Bicihkirina navê Hîzbûllahê li vê lîsteyê, pêwistî bi hemû dengên 27 welatên Yekitiya Ewrûpayê dibîne. Hêjayî gotinê ye, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîl ji mêj ve ji Ewrûpiyan dixwazin, di vî warî de gavan bavêjin.