YE ambargoya çekan li ser çekdarên Sûriyê rakir
YE ambargoya çekan li ser çekdarên Sûriyê rakir
YE ambargoya çekan li ser çekdarên Sûriyê rakir
Wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ewrûpayê, li gel nêrînên cûda ambargoya çekan a li ser çekdarên Sûriyê rakir. Lê tê gotin ku beriya civîna Cenevreyê ti welat, wê çekan neşînin.
Şerê bi xwîn ê li Sûriyê ku di Adara sala 2011'an de destpê kir ev 2 sal in dewam dikin û ambargoya çekan a beriya du salan hatibû danîn, ji aliyê Yekitiya Ewrûpayê ve hat rakirin. Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Wîllîam Hague, piştî civîna li Brukselê daxuyaniye da û got, "Yekitiya Ewrûpayê biryar da, ambargoya çekan a li ser mûxalefeta Sûriyê rake û li dijî rejîma Sûriyê pêkanînên xwe dewam bike."
Ev biryar, di dema amadekariyên civîna 2. a Cenevre ya bi pêşengiya Washington û Moskowayê de hat girtin. Di êvara 27'ê Gulanê ya ev biryar hat stendin de, Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Parîsê hatin cem hev û li ser konferansê hevdîtin kirin.