Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî hatin dayîn

Çalakiya Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî ya 30’emîn li Kolnê ku bajarekê Elmanyayê ye, çê bû. Di çalakiyê de xelat hatin dayîn.

Ji sala 1991’ê ve Pêşbaziya Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî tê sazkirin. Çalakiya 30’emîn ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK) ve hat sazkirin.

Bernameya dayîna xelatan 8’ê Cotmehê bi girtina rêzê ji bo bibîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê dest pê bû.

Mêvanên ji Baskê jî bi kincên xwe yên gelêrî tevlî bûn û helbestek bi zimanê Baskê hate xwendin. Her wiha helbestên ji Ekuador, Katalonya, Hindistan û Rojava hatine şandin, hatin xwendin.

Di bêşên helbest û çîrokan de bi Elmanî, Kurdî û Tirkî, xelat hatin dayîn. Firmêsk, Rêber Serhed û Sûna Alan derketin ser dikê. Koma Romanî xwenîşandaneke folklorîk pêşkêş kir.

Xelat:

Kateboriya helbesta bi Kurdî

1. Xemeke Keserkêş: Feraz Roj
2. Ger xwe nekujim: Welat Xerîb
3. Bê te Bûnî: Mucahît Kaya

Kategoriya çîroka bi Kurdî
1.  Jin Aryen: Veroz 
2. Jiyaneke dorpeçkiri: Seyitxan Akyuz
3. Gurên duling: Ayaz Botan

Kateboriya helbesta bi Tirkî

1. Boşverin: Anonim
2. Her Bekleyiş: Zuhat Zana 
3. Dövüşenlere Alkış: Emre Genç

Kategoriya çîrokên bi Tirkî

1. Berfin’nin Hikayesi: Zeynep Nergiz
2. Onu da mı söyledin?: Eylem Kahraman
3. Uzman çavuşlar ve korucular: Mehmet Baytimur 

Kategoriya helbestên Zazakî

1. Boye Zembule: Şilan
2. Venge Azadi: Arzun 
3. Xo vira meke : Dilbirin

Kategoriya helbestên Elmanî

1. Ein Gedicht und ein falke: Alina 
2. Spinnerinnen : Carina 
3. Diaspora: Hêvîdar