WHO: Heftane 10 hezar kes dikare bi vîrûsa Ebola bikevin
WHO: Heftane 10 hezar kes dikare bi vîrûsa Ebola bikevin
WHO: Heftane 10 hezar kes dikare bi vîrûsa Ebola bikevin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) da xuyakirin ku hejmara mirovên ji ber vîrûsa ebola ya li Başûrê Efrîka derket holê, 4 hezar 400 derbas kir. Li gorî WHO, eger tedbîr neyên girtin, heftena 10 hezar kes dikare bi nexweşiyê bikevin.
Hat ragihadin ku hejmara mirovên ji meha Adarê û vir ve li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê ji ber ebola ya veguheriye şewbê mirine, 4 hezar 447 e. Li gorî bîlançoya heftane ya ji aliyê WHO ve hat weşandin, hejmara mirovên heta niha bi vîrûsê ketine, 9 hezar derbas kiriye.
Alîkarê Dîrektorê Giştî yê WHO Bruce Aylward diyar kir ku li Lîberyayê welatê herî zêde vîrûs lê belav bû, hejmara kesên bi nexweşiya vîrûsê ketine û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, dibe ku herî kêm bi du qat û nîvan zêdetirî hejmara tê zanîn be. Aylward da xuyakirin ku li Sîerra Leone hejmara rastî du qat, li Gîne'yê jî dibe ku qat û nîvekê zêde be.
4 HEZAR 447 MIRÎ; HEJMARA RASTÎ DU CARAN LI VÊ YE
Li gorî rêveberê WHO, eger tedbîr neyê girtin dibê ku ji meha Kanûnê û pê ve her hefte 10 hezar kes bi vîrûsê bikeve. Bruce Aylward destnîşan kir ku girîng e yên bi vîrûsê ketine bên îzolekirin û şewb di nava 2 mehên pêş de bi temamî bê kontrolkirin.
Ji ber ebola ku hat fêmkirin di meha Adarê de veguheriye şewbê, zêdeyî nîvê nexweş û mirinên ji ber wê li Lîberyayê hatin dîtin. Ji ber ebola, li sê welatên Başûrê Afrîkayê, gelek herêm bûye karantîna.
Di têkoşîna li dijî şewbê de heta niha nêzî 300 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Li Spanya, DYA, Îngilîstan û Fransayê jî heta niha 20 nexweşên ebola hatine tespîtkirin.