Weşanxaneyên Kurd li Fuara Pirtûkan a Stenbolê ne

Di Fuara Pirtûkan Stenbolê ya Navnetewî de, ku ev cara 37'an e tê kirin, weşanxaneyên Kurd Aram, Rûpel, Ava, Lîs, Avesta Ar û Na bi pirtûkên Kurdî û Tirkî hazir in.

Fuar di navbeyna 10-18'ê Mijdarê de wê vekirî be. Pêwendiyek zêde ji bo fuarê heye. Weşanxaneyên ku van demên dawî bi berhemên girîng bal kişandin, li gel pirtûkan wê panêlan jî li dar bixin û xwendekar û nivîskaran bînin cem hev.

PIRTÛKÊN NÛ

Weşanxaneya Aram îsal bi pirtûkên xwe yên nû yên wekî 'Lênûska Jiyanê' ya Menaf Osman, ku behsa jiyana Sema Yuce dike, 'Topragin Şarkisi' ya Rojbîn Perîşan, ku behsa pêvajoya berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê dike û ''Hakikat Rejimî' ya Ergîn Atabey li fuarê cihê xwe girt.

Weşanxaneya Nûbihar jî bi pirtûka ''Hâmîsiz şaîr, babasiz metin'' di nav pirtûkan de cihê we girt. Ev xebat teza doktorayê ya Ayhan Tek e û bi bloomwarî xwendineke teorîk li ser Mem û Zîn a Xanî dike.

Pirtûkeke dî jî ya Nûbiharê ''Ulus Araştırmaları Bağlamında Xanî', ya Adnan Firat Bayar e, ku li fuarê tê ber destê xwendekaran.