Weşanxaneya Aram du pirtûkên din ên nû çap kirin
Weşanxaneya Aramê du pirtûkên Sînan Şahîn a bi navê ‘Bohza Behra Reş: Kemal Pîr’’ û pirtûka ku ji berhevoka nameyên Hayrî Dûrmûş pêk tê, çap kirin.
Weşanxaneya Aramê du pirtûkên Sînan Şahîn a bi navê ‘Bohza Behra Reş: Kemal Pîr’’ û pirtûka ku ji berhevoka nameyên Hayrî Dûrmûş pêk tê, çap kirin.
Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên Sînan Şahîn a bi navê ‘Bohza Behra Reş: Kemal Pîr’’ û pirtûka ku ji berhevoka nameyên Hayrî Dûrmûş pêk tê, çap kirin. Pirtûk wê di pêşengeha pirtûkan a Amedê de li ser standa weşanxaneyê cihê xwe bigirin. Ku pêşangeha pirtûkan wê îro destpê bike û heya 8’ê Kanûnê berdewam bike.
Pirtûka Sînan Şahîn bi awayekî berfireh li ser jiyana Kemal Pîr disekine. Weşanxane di têbinîya xwe ya têkildarî pirtûkê de dide zanîn ku xwezaya serhildêr a Behra Reş bandoreke mezin li kesayeta Kemal Pîr kiriye.
Weşanxane di têbinîya xwe têkildarî pirtûka Mehmet Hayrî Dûrmûş de jî li ser têkoşîna Hayrî Dûrmûş a ji bo azadiyê disekine. Weşanxane di têbiniya xwe de balê dikşîne ser Têkoşîna Rojiya Mirinê ya Mezin a di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de. Her wiha di têbiniyê de tê diyarkirin ku wesyetname û gotinên Hayrî Dûrmûş ji bo fêmkirina têkoşîna azadiya Kurd weke rênîşanderekê ne.