Welîd Muallim: Em ji bo diyologê amade ne

Welîd Muallim: Em ji bo diyologê amade ne

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muallim da zanîn ku tevî kesên çek di destê wan de hene, ew amade ne ku bi her kesî re diyalogê bikin.

Muallim li Moskowê bi Wezrîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov re hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku komên çekdar ên ku du sal in Sûriyeyê şer dikin, ji aliyê nêzî 30 welatan ve tên destekkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Înterfaksê, Muallim ji komên ku bi hêzên rejîmê re ketine nava şer Eniya El Nursa li 28 welatan bang li milîtanan kiriye.

Muallim El Nursayê weke El Qaîdeyê bi nav kir û go tku di nava wan de milîtanên Çeçen jî hene. Muallim da zanîn ku tevî kesên çek di destê wan de hene, ew amade ne ku bi her kesî re diyalogê bikin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Sûriyeyê ji adara 2011 ve di encama tevlîhevî û rageşiya li welêt de nêzî 70 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.