Wêjevanê Kurd Cegerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Wêjevann û şaîrê Kurd Cegerxwîn di salvegera 37’an de li Qamişlo li ser gora xwe hate bibîranîn.
Wêjevann û şaîrê Kurd Cegerxwîn di salvegera 37’an de li Qamişlo li ser gora xwe hate bibîranîn.
Bi boneya salvegera 37`emîn a wefata helbestvan, wêjevan û siyasetmedar Kurd Cegerxwîn, merasîmekê li ser gora wî ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin .
Bi dehan nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, helbestvan û rojnamevan û hezkiriyên wêje helbestvan Cegerxwîn li ser gora wî bi bîr anîn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre hejmara yekemîn a kovara Ara ya zarokan a ku ji aliyê kompanya Ararat ve hate derxistin li beşdaran hat belavkirin.
Di merasîmê de Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Qadir Egîd axivî û diyar kir ku helbestvan Cegerxwîn helbestvanê karker, hezker û şoreşgera ye ku bi saya helbestên wî gelek hunermendên Kurd helbestên wî kirine stran.
Qadir Egîd bal kişand ser mijarên helbestên Cegerxwîn û got: “Divê ji bo gotina wî;Heke hûn nebin yek hûn ê her in yek bi yek, em wek nivîskar xebatê hevgirtina destê hev hîn xurtir bikin.”
Merasîm bi xwendina helbestên Cegerxwîn bi dawî bû.