Wê qetlîama Rojava li ber Qesra Spî bê şermezarkirin
Wê qetlîama Rojava li ber Qesra Spî bê şermezarkirin
Wê qetlîama Rojava li ber Qesra Spî bê şermezarkirin
Wê qetlîamên ku ji aliyê komên çete yên girêdayî çeteyên El Qaîde ji aliyê Kurdistaniyên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dijîn were şermezarkirin. Xwepêşandana protestoyî wê sibe li ber Qesra Spî bê lidarxistin.
Li hemberî qetlîamên ku ji aliyê komên çete yên girêdayî El Nusra li dijî gelê Kurd ê Rojava tên kirin li her aliyê cîhanê nerazîbûnên Kurdan pêş dikevin. Wê sibe Kurdistaniyên ku li DYA dijîn bi armanca şermezarkirina qetlîamê û her wiha bêdengiya raya giştî ya welatên Rojava çalakiyekê li dar bixin.
Komeleyên Kurd ên li New Jersey, Boston, Atlanta, San Fransisco û Chîcago jî piştgiriyê didin xwepêşandana li paytext Washington li gorî saeta herêmî saet 13.00’an were lidarxistin.
Tê payîn ku gelek Kurdistanî û dostan wan beşdarî xwepêşandana ku hewl dide bala rayedar û raya giştî ya Amerîka bikişîne ser qetlîamên Rojava bibin.