Fermandarê şerê Şengalê: Cîger Goyî

Cîger Goyî yek ji fermandarên destpêkê bû ku berê xwe da Şengalê. Wê rê nîşan da, şer koordîne kir, plan kir; barê herî giran hilgirt û rola xwe diyarker bû.

CÎGER GOYÎ

Fermandarê leheng ê gelê Kurd Cîger Goyî bi têkoşîna xwe navê xwe li dîroka berxwedanê ya Kurdistanê nivîsî.

Eger bihata zanîn ku tovên destpêkê yên jiyanê li xaka Mezopotamyayê hatine reşandin, eger bihata zanîn ku ji bo parastina nirxên civakê şerekî gelekî mezin ê mirovahiyê li Mezopotamyayê hatiye meşandin û kulîlkên edalet, wekhevî, xwişk û biratiyê li van çiyayan bi xwînê hatiye avdan, wê hingî baştir bihata fêhmkirin bê çima ev xak çima ji ewqas lehengiyan re şahidiyê dike. Ew leheng zarokên çanda qedîm e, yên ku xwedî li cewherê derdikevin. Ew ji bo mirovahiyê, azadiyê, bedewiyê û başiyê şerekî mezin dikin. Fermandar Cîger Goyî (Orhan Urek) yek ji wan kesayetan bû ku destana serdema nû, berxwedêriyeke ji dîrokê dinivîsand. 12 salan barê têkoşîna azadiyê hilda ser milê xwe, ji Zagrosê heta bi Şengalê û Bakur şopa xwe hişt. Ji bo afirandina jiyaneke nû, ji bo nivîsandina navê xwe li dîrokê têkoşiya.

Yek ji deverên ku herî zêde xwedî li nirxên xwe derdikeve herêma Botanê ye. Gel zarokên xwe bi çanda Kurd mezin dike, bi hişmendiya dîrokê û kevneşoiya ji pêşiyên xwe wergirtî perwerde dike; têgihiştina wan bi hezkirina ji xak, welat û mirov diafirîne. Ji ber vê yekê dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurd derkete holê, zarokên gelê vê herêmê û malbatên wan tevlî nava têkoşînê bûn; di oxira doza welatê azad de hemû zor û zehmetî da ber çavên xwe û bû piştevaniyê herî xurt ê gerîlayê Kurdistanê. Ji vê herêmê bi hezaran şehîdan navxwe li dîroka şer a Tevgera Azadiyê nivîsandin; lehengiya wan hîn bêhtir wate da têkoşînê.

HEQÎQETA GEL FÊHM KIRIBÛ

Orhan Urek (Cîger Goyî) li nava malbaetke ji eşîra Goyî ji dayik bû. Bi stranên gerîla û çîrokên lehengiyê mezin bû. Ji ber vê yekê weke gelek ciwanên ji Botanê têkoşîna azadiyê zû nas kir û sala 2008’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Çiyayên Zagrosê. Cîger yekemcar li vir hevrêyên xwe dît û di nava şert û mercên zehmet de beşdarî perwerdeya destpêkê bû. Li vê derê hînî afirîneriya gerîla, jiyana bi kedê û têkoşîna li nava şert û mercên zehmet bû. Ya herî girîng jî hezkirina ji welatê xwe yê mîna bihuştê li vê derê jinûve geş kir û xurt kir. Wî hîn di salên destpêkê de bi jîrbûna xwe bal kişand. Haya wî ji kincê gerîla yê li xwe kirî hebû û zanîbû ku ev yek barekî giran dide ser milê wî. Êşa gel û heqîqeta wê ya birîndar fêhm kiribû. Ji ber vê yekê weke şervanekî xurt, jêhatî û zana, dest bi parastina gelê xwe kir û hewl da bibe şervanekî rasteqîn ê xeta Apoyî.

GIHÎŞT HEWARA GELÊ XWE

Di nava pratîka zehmet de, di nava şert û mercên şer û jiyanê de kesayetiya xwe ava kir; bi wêrekî, tecrûbe û agahiyê kir yek, bi vî rengî hîmekî xurt danî. Wî zanîbû ku şoreş bi hêsanî nayê qezenkirin û bi vê baweriyê gav diavêt. Çeteyên DAÎŞ’ê dema ku sala 2014’an êrîşî Şengalê kir, dixwest vê xaka qedîm bi dest bixe û tarî bike. Haya DAÎŞ’ê ji îrade û hêza pêlav zeran nebû. Halbûkî wê şevê, di şewqa heyvê de siwariyên Apoyî bi pêşengiya Cîger Goyî ber bi Şengalê ve gav avêtin. Xwe gihandin hawara gelê xwe. Li geliyên ku veguherîbûn cihê êşê; dengê giriyê zarokên tî û birçî, nalîna birîndaran dihat. Extiyar û jinan alavên xwe dabûn ser milê xwe û ji mirinê direviyan, her tiştên xwe li pişt xwe dihiştin.

LI REFÊN HERÎ PÊŞ Ê ŞER BÛ

Cîger û hevrêyên wî ji bo parastina Şengalê û gel li refên herî pêş ê şer bûn. Di wî şerî de bêhn hat ber Şengalê û bû şewqa hêviyê. Şerê gerîlayên azadiyê yên li hemberî DAÎŞ’ê di germa Tebaxê de bê navber dewam kir. Gerîla herêmên ku ketibûn destê çeteyan rizgar dikirin û nuqteyên xwe diparastin. Moral, hêvî û soza berxwedanê didan gelê Êzidî. Gerîla Cîger û hevrêyên wî bi şev û roj şer kirin, bi gelê xwe re li ser piyan man. Bi îradeyeke xurt û berdêlên gelekî giran Şengal hate parastin û careke din radestî gelê wê hate kirin. Fermandarê vî şerê dîrokî Cîger Goyî bû. Wî rê nîşan da, şer koordîne kir, plan kir; barê giran hilda û rola xwe diyarker bû. Cîger li xaka Şengalê çar salan li ber xwe da û piştre careke din berê xwe da çiyayên azad.

JI HESTÊN MIROVÎ QET QUT NEBÛ

Şerê gerîla şerekî parastinê ye. Ji ber vê yekê di navenda şer de jî taybetmendiyên mirovî ji dest nadin; hezkirina wan a ji xweza û gerdûnê kêm nabe. Ew şer ne ji bo kuştin û talankirinê; lê ji bo aştî, azadî, xwişk û biratî û jiyaneke wekhev dikin. Hevalê Cîger jî bi vî rengî bû. Salên xwe di nava şer de derbas kir, lê belê di nava şert û mercên herî giran de jî hestên xwe yêm mirovahiyê ti carî kêm nebû. Felsefeya Rêber Apo parast û wate da cîhana xwe, hezkirina xwe kûr kir. Vê rewşê bandora xwe li têkiliyên wî yên hevrêtiyê, li rêbaza wî ya jiyanê û xeta wî ya fermandariyê kir. Herî zêde di têkiliya wî ya bi xweza û heywanan re vê yekê xwe nîşan da. Di nava gerîla de hezkirina ji heywanan tê zanîn; ti carî nedigot, ‘Ev tenê heywanek e’. Bi hezkirineke mezin dostanî pê re datanî, qîmet dida wan; têkilî bi wan re datanî. Di şexsê Cîger de heqîqeta ku di pênaseya Rêber Apo de dihate kirin, dihate dîtin. Ew ewladê çandeke eşîrê bû; baş zanîbû ku divê têkiliya qedîm a navbera mirov, xweza û zindiyan winda nebe.

HEZKIRINA JI GELÊ XWE MEZIN BÛ, LEWMA TÊKOŞÎNA XWE JÎ MEZIN KIR

Hezkirina hevalê Cîger a ji Kurdistanê û gelê xwe ew mezin kir; kir endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê. Di oxira vê hezkirinê de xwe perwerde kir, bi pêş xist, li qada leşkerî şareza kir û mohra xwe danî binê gelek serketinan. Wî bi xwe ev rastî bi vî rengî pênase kir: “Hezkirina min a mezin a ji gelê xwe têkoşîna min mezin kir. Meseleya me ya herî mezin divê ew be ku bi vî şerî azadiya Rêber Apo pêk bînin û wî vegerîne nava gelê wî’. Bi vê têgihiştinê armanca xwe diyar kir, nexşerêya xwe destnîşan kir. Bi vê armancê berê xwe da çiyê û ber bi Bakur ve bi rê ket. Bû yek ji rêwiyên vê berxwedanê. Li gel bi sedan hevrêyên xwe, bi hêviya ku bi çalakiyeke meizn wê tecrîda bi salan a li Rêber Apo bişikê, bi rê ket. Hevalê Cîger di şer û jiyanê de her tim bû şervanekî tolhildanê. Her serketina xwe diyarî hevrêyên xwe yên şehîd kir. Rêwîtiya ber bi bakor ve nîşaneya pêngavên hîn xurt û serketinên hîn mezin bû.

JI HEZARAN KESÎ RE BÛ MÎNAK

Bi coşeke mezin weke fermandarekî leheng ê Kurdistanê wezîfeya Fermandariya Eyaleta Wanê hilgirt ser milê xwe. Têkoşîna li hemberî dagirkeran di asteke hîn bilindtir de meşand. Li herêma Kato Marînos a li Eyaleta Wanê di 26’ê Îlona 2020’î de di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevalê Cîger bi têkoşîna xwe ya mezin û bi rûmet bandor li dilê her hevrêyên xwe kir. Rêwîtiya wî ne tenê fîzîkî bû; bi ruh, bedewiya xwe li serê çiyê bi hevrêyên xwe re bû. Şehîd Cîger bi meşa xwe ya ji 12 salan, bi rêbaza xwe ya jiyana rêxistinbûyî, bi ciwantiya xwe ya dînamîk û jêhatîbûna xwe ji hezaran kesî re bû mînak.