Venezuella: Hevalno, malperên xwe yên Facebookê bigirin

Venezuella: Hevalno, malperên xwe yên Facebookê bigirin

Wezîrekî Venezuellayî ji welatiyên xwe xwest, ji bûyera Snowden dersê bistînin û malperên xwe yên Facebookê bigirin. Wezîr got, "Hûn bi belaşî weke sîxurê CIA dixebitin."

Wezîrê Karên Girtîgehan ê Venezuellayê Îrîs Varela ji hesabê xwe yê Twîtterê got, "Hevalno: rûpelên xwe yên Facebookê bigirin, hûn bi belaşî ji bo CIA sîxuriyê dikin. Ji bûyera Snowden dersê derxînin!"

Sîxurê berê yê CIA'yê Edwar Snowden dabû xuyakirin ku CIA bi rêya Facebook û malperên din ên navdar, agahiyan distîne û Venezuelalyê jî pêşniyara dayîna mafê penaberiyê li Snowden kiribû.