Ukrayna û Rûsyayê di mijara gazê de taliyê li hev kirin
Ukrayna û Rûsyayê di mijara gazê de taliyê li hev kirin
Ukrayna û Rûsyayê di mijara gazê de taliyê li hev kirin
Di dawiya muzakereyên bi salane di navbera Ukrayna û Rûsya de tên meşandin, lihevkirin çêbû. Deynên gazê yên divê Ukrayna bide Rûsyayê hatin rêkûpêkkirin û Rûsya wê heta meha Adarê transfera gazê ya ji bo Ukraynayê dewam bike.
Di muzakereyên li Brukselê di bin çavdêriya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de hatin kirin, nuqteyên Rûsya û Ukrayna li ser li hev nakin, demî be jî hatin çareserkirin. Di dawiya muzakereyên duh heta derengiya şevê dewam kirin de, deynê 5,1 mîlyar dolar ê Rûsya li Ukraynayê ye, ji nû ve hatin birêkûpêkkirin.
Li gorî vê peymanê Ukrayna wê du caran deynên Rûsya bide, carekê 1 mîlyar 450 mîlyon û cara duyemîn jî 1,6 mîlyar dolar bide. Buhayê metrekupa gazên Ukraynayê heta niha nedaye hat kêmkirin û hezar metrekup bi 268 dolarî hat hesabkirin. Pardayîna destpêkê wê di Mijdarê ya duyemîn jî di meha Kanûnê de bê kirin.
Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Alexander Novak da xuyakirin ku di şert û mercên asayî de deynê divê Ukrayna bide 5,3 mîlyar dolar e û anî ziman ku deynê 2,2 mîlyar dolar ê mayî jî wê li gorî biryara dadgeha bazirganiyê ya navneteweyî ya li Stockholmê zelal bibe.
Li gorî peymana di enacma hevdîtinên bi navbeynkariya Komîsyona Yekîtiya Ewropa de, Rûsya wê ji meha Mijarê heta meha Adarê bi qasî 4 mîlyar metrekup gaza xwezayî bifiroşe Ukraynayê. Li gorî pyemanê buhayê hezar metrekupê gazê wê 385 dolar be. Ev buha wê heta Adara 2015'an bi heman rengî be.
Têkiliyên navbera her du welatan, ji ber îdîaya ku Rûsya destekê dide komên Rûs ên li rojhilatê Ukraynayê ketibûn rewşeke aloz û ji ber ku Ukraynayê deynê xwe neda jî bêtir xera bûbû.