Uca: Kesên ku êrîş birine ser goristana Êzîdiyan têne veşartin

Wekîla HDP'ê Feleknas Uca li dijî êrîşa li ser goristana Êzîdiyan got,''Kesên ku êrîş birine aşkere nakin, wezaret bersivê nade pirsên me.''

Uca li djî êrîşa 27'ê Adarê ya li ser goristana Êzîdiyan, Goristana Hesen Beh a 300 salî, ya li taxa Mezra Mihoka ya li Nisêbînê Mêrdînê helwesta xwe nîşan da.

Uca got, ''Ev êrîşeke bi alçaxî ye'' û bi bîr xist ku ev ne cara pêşî ye êrîşê dibin ser goristana Êzîdiyan û diyar kir, ji bo ku êrîşkar werin dîtin wan beriya niha pirsname dabûn wezaretê lê ti bersivek nedana wan.

Uca diyar kir yek ji peywira sereke ya dewletê ye ku pêşî li êrîşên wiha yên li ser Êzîdiyan bigire, ne tenê li nav Êzîdiyan, li nav hemû bawerî û çandan hurmeta li miriyan divêtiyek e û hewcehiyeke mirovî ye.