TUHAD FED'ê milyonek Îmze Ji bo girtiyên nexweş radestî Wezareta Dadê kir

TUHAD FED'ê milyonek Îmze Ji bo girtiyên nexweş radestî Wezareta Dadê kir

Nûnertiya TUHAD FED'ê ya Enqereyê bi boneya ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di çarçoveya kampanyaya Îzmeyan de 1 Mîlyon îmzeyên ku komkiribûn radestî Serokkomar û Wezareta Dadê kir.

Federasyona Komeleyên Piştevaniya Dadmendî ya Girtiyan û Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) bi boneya ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên nexweş serbest bê berdan di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de 1 mîlyon îmzeyên ku komkiribîn jê beşek radestî Serokkomar û Wezareta Dadê kirin. Îmze ji aliyê Serokê Giştî yê TUHAD-FED'ê û malbatên girtiyan ve radestî Midûrê Qelema taybet ya Wezareta Dadê hat kirin.

Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê li ser kolana Yukselê saet di 12.00'an de dê daxûyaniyê bidin û piştî daxûyaniyê beşek îmzeyan jî radestî Serokê Parlementoyê Cemîl Çîcek bikin. Dê Nûnerên TUHAD-FED'ê bi koma BDP'ê û CHP'ê re hevdîtinê pêkbîne.