Êrîşên li dijî muzîka Kurdî her ku diçe zêde dibin. Li aliyekî hunermendê Kurd ên tên binçavkirin li aliyekî jî berhemên gelê Kurd yên di encama bedêlên mezin de hatine afirandin, li ser kanalên televîzyonan ji wateyên wan tên dûrxistin.’’
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heya niha bi hezaran awazên Kurdî, ji aliyê Kurdên di xizmeta dewleta Tirk de hatine asîmîlekirin, ji bo zimanê Tirkî hatine wergerandin û weke Muzîka Gel a Tirkî hatine tomarkirin. Her wiha gelek hunermendên Kurd, li şûna ku ji bo pêşketina muzîka Kurdî bixebitin, bi tenê stranên gotinên wan bi Kurdî lê belê têkariyê mizîka Kurdî nakin, dinivîsînin. Veysî Toprak ê ku bi lêkolînên xwe yên li ser muzîka Kurdî tê naskirin, zanînên xwe yên têkildarî vê mijarê û mijarên ku divê li hemberî hewlên asîmîlasyon û pêşketina muzîka Kurdî çi were kirin, bi ANF’ê re nirxand.
Veysî Toprak diyar kir ku muzîka Kurdî ya xwedî kevneşopiya hezar salî bi êrîşên asîmîlayonê re rû bi rû maye û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: ‘’ Muzîka Kurdî ya xwedî dewlemendiyeke zêde û resen e ku di gel van taybetmendiyên xwe bi êrîşên mezin re rû bi rû maye. Hin caran hewl hatiye dayîn ku bi asîmîlasyonê were tunekirin û hin caran jî ji aliyê hin hezan ve hatiye dizîn. Tevî hemû talan û zextan jî bi saya koka xwe xwe li ser piyan maye. Tekane sedemek heye ku rêli ber van yekan vedike ku ew jî ew e ku em qet xwe nas nakin. Ji ber vê yekê ji ber ku em ji xwe dûr bikevin, em her tiştî dikin. Tişta ku rê li ber tewişîna mirovahiyê digire û wê bi awayekî bihêz li ser piyan digire jî ev nirxên manewî ne.’’
ÇAND HÊMANA SEREKE YA NASNAMEYÊ YE
Toprak mijara berbehs têkildarî muzikê nirxand û axaftina wiha domand: ‘’Divê ez bînim ziman ku em naçer in ku ji van behitîna Rojava xwe rizgar bikin. Divê em nebêjin ger muzîk wiha be wê modern be û wiha be wê demode be û xwe ji van şertên bêwate xilas bikin. Çand ku hêmana sereke ya nasnameyê ye û yek hêmana sereke ya çandê muzîk e. Divê em muzîka Kurdî ji hêmanên biyanî dûr bixin ku ew ji dibin sedem ku muzîka Kurdî ji cewhera xwe dûr bikeve. Bi taybetî jî di van deh salên dawîn de li gel kes û saziyên ku bi armanca îcrakirina çand û hunera Kurdî bi rê ketine, xetayên polîtîk xwe zêde nîşan didin. Gelek ji wan nizanin ku modernbûn bi pêşkêşkirina cewhera xwe û civaka xwe pêkan e. Hewlên berovajî vê yekê dibin teqlîd, înkarkirina nirxan, jixwedûrketin û veguherîn. Ji ber wê yekê ger bi rastî armanca me modernbûn be, divê en beriya her tiştî nirxên xwe bizanibin. Çimkî heya ku em muzîka Kurdî nas nekin, ma em ê çawa wê dewlemendtir bikin? Ev yek ne pêkan e. Îdîakirina tişteke bi vî rengî tê wateya dotina heywaneke nêr.’’
‘DI NAVBERA MUZÎKA KURDÎ Û MUZÎKA ROJAVA DE CUDAHÎ HENE’
Toprak da zanîn ku di navbera muzîka Kurdî û muzîka Rojava de cudaahî hene û avaniya her du muzîkan xwedî dîsîplînên cuda ne û wiha pêde çû: ‘’ Pirdengî, encamek e ku muzîka Rojava hem di nava pergala xwe de hem jî di pêvajoya kemilîna xwe de bi dezt xistiye. Ferq û cudahiyên di navbera avaniya her du muzîkan de (pergal, navber, meqam, rîtm û avaniya melodîya wan) û cudahiyên hest û fikrî vê rastiyê nîşanî me dide. Ji ber vê yekê kesên bi nexweşiya modernbûnê ketine û ji cewhera xwe dûr ketine, divê demildest egera nasnameya xwe ya neteweyî nas bikin û wê hembêz bikin. Rola xwe baş bilîzin û rola xwe neşibînin xwe. Ger wisa nekin wê ya ku ev hezaran salî dagirker nikarin bikin, wê bi destê xwe bikin. Pergala dengî û hin amûrên muzîkê ne li gorî îcrakirina muzîka Kurdî ne. Bo nimûne gîtar û pîyano ji bo muzîka Rojava amûrên sereke ne ku gelekî jî girîng in. Lê belê ew amûr ji bo îcrakirina muzîka me ne wisan in. Çimkî pergalên gengî yên van her amûran li gorî avaniya tamperamana muzîka Rojava hatine sazkirin. Çawa ku em nikarin bi hin dengên alfebeya Tirkî, bi awayekî tam bi Kurdî bnivîsin ew jî rewşeke wisa ye. bi van amûrên muzîkê yan jî gelek amûrên bi vî rengî muzîka Kurdî nayê îcrakirin.’’
‘HUNER RÊYA BIDESTXISTINA XWEŞIKIYÊ YE’
Veysî Toprak di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê xebatên hunerî bi armanca bidestxistina ecibandin, estetîkbûn û xweşikiyê werin kirin û got ku ger dema ku bes ji van yek hate kirin yan jî hate armackirin wê demê wê pirsgirêk rû bidin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’ Ger xebateke hunerî bikare xweşikbûn û estetîkbûnê bi dest bixe, li gorî nirxên neteweyî hatibe afirnadin û xwedî nirxeke hunerî be ev gelekî girîng e. Her wiha munasîbdîtina bi tenê yek ji van hêmanan ya weke polîtîkaya hunerî ya saziyekê, cihêkarî ye. Binyada hunerê ferzkirinên bi vî rengî qebûl nake. Însan bi muzîka şad dibin, di wan muzîkan de xwe û rastiyên xwe dibînin û ji vê yekê kêfxweş dibin. Rêzgirtina li hemberî van yekan mezintirîn modernbûn e.’’