TEV-ÇAND Ewropayê ji bo Beytocan peyama sersaxiyê weşand

Tevgera Çandê ya TEV-ÇAND Ewropayê ji bo hozanê gelê Kurd Beytocan ê jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest.

TEV-ÇAND Ewropa di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya bi sernavê "Agir ket dilê me" de, ji bo hunermend Beytocan ê di 12'ê Îlonê de li paytexta Swêdê Stockholmê jiyana xwe ji dest da, sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest.

Peyama sersaxiyê wiha ye:

“Ew bi dilgermî bi welatê ku lê jidayikbûye ve girêdayî ye; pirek ji kûrahiya dîrokê heya îro bi berhemên xwe, dengê lerizok ê gelê Kurd ku perçeyên wê li her kolanên Amedê tên lêxistin; bi jiyan û helwesta xwe hezkiriyê her kesî ye;

Hunermendê me Beytocan, ku piraniya jiyana xwe di bin êşkence, sirgûn û xizaniyê de derbas kir, lê ji welat, gel û nirxên xwe yek kêliyek jî qut nebû, jiyana xwe ji dest da.

Em ji malbata wî, ji hunermendên Kurd û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin!

Em ê Beytocan her tim bi bîr bînin û soz didin ku îdealên welatekî azad û demokratîk ku hesreta wî ye, bi bilindkirina hunera xwe pêk bînin.”