Tenduristiya Mandela weke berê ye

Tenduristiya Mandela weke berê ye

Di rewşa tenduristiyê ya Nelson Mandela de ti guhertin tineye. Mandela ji ber nexweşiya li pişika wî, roja Şemiyê ew rakirin nexweşxaneya li Pretorîa û di tenduristiya wî de ti guhertineke erênî nebûye.

Berdevkê Çapemeniyê yê Serokatiyê Mac Maharaj got, "Ti guhert tineye". Rayedar jî kêm caran daxuyaniyê didin û diyar dikin ku rewşa Mandela hînê cidî ye, lê di rewşa xwe de ye.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê serpîskopos Demond Tûtû got, " Ji bo hevalê min baş bibe, ez dûa dikim." Serokdewetê Efrîka Başûr Jacob Zûma jî di axaftineke xwe ya li televîzyona SABC de got, "Ez wî nas dikim, dizanim xwedî kesayetekî xurt ê têkoşer e. Wê di demeke nêz de bi me re be."

Zûma diyar kir ku ew ji doktoran piştrast e û çi ji destê wan were ewê bikin.

Hêjayî gotinê ye, nexweşiya Mandela ya li pişika wî, hînê ji salên di girtîgeha Roben Îsland de, tê.