Têkildarî qezaya li Parîsê sê lêpirsîn bi hev re
Têkildarî qezaya li Parîsê sê lêpirsîn bi hev re
Têkildarî qezaya li Parîsê sê lêpirsîn bi hev re
Di qezaya trenê a li komuna Bretigny-sur-Orge ya nêzî paytextê Fransa Parîsê rûda de li gorî bîlançoya nû herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da, Serok Komarê Fransayê François Hollanda ku çû cihê bûyerê aşkera kir ku, sê lêpirsîn dane destpê kirin.
Li komuna Brêtîgny-sur-Orge ya li herêma Essonne cih digire û bi qasî 40 km. li başûrê Parîsê ye piştî qezaya trenê bi dehan maşîneyên alîkariya lezgîn û polîs gihiştin cihê bûyerê. Li derdora îstasyona trenê ji bo komên alîkariya lezgîn karên xwe bikin şerîtek hatiye çêkirin. Piştî qezayê walîtiyê elerima sor lê xist ku tê wateya pir mirî an birîndar hene.
300 kesên di îtfayeyê de kar dikin, 20 yekîneyên tenduristyê û 8 helîkopter xistin dewrê. WEzîrê Navxweyî Manuel Valls diyarkir ku, di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û neh kes jî rakirine beşa lezgîn. Wezîr di daxuyaniya beriya vê de gotib3u, 7 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hate gotin ku, bi giştî 192 kes ketine nav qezayê bûne.
Serok Komarê Fransayê François Hollanda ku di demjimêr 20:00’an de giha cihê qezayê, aşkera kir ku di carekê de sê lêpirsîn di carekê de hatine destpê kirin. Holllande ragihand ku, di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 22 kes jî giran birîndarbûne û peyama piştevaniya bi malbatan re da.
Trena ku ji gara Austerlitz ya Parîsê ber bi Lîmogesê ve diçû di demjimêr 17:14’an de ji rayan derket. Çavkaniyek ya polîsan da diyarkirin ku, tren bi lezek zêde kete garê, ji ber sedemek nayê zanîn bû du beş. Çavkaniya polîsan aşkera kir ku, parçeyek ya trenê berdewam kir, ya din jî di îstasyonê de wergeriya.
Serokê Dezgeha Rêyên Hesin ên Netewî ya Fransayê SNCF Guillaume Pepy got, bigiştî şeş vagon ji rê derketine. Şaredarê Bretigny Bernard Decaux daxuyaniyek da rojnameya Le Parisien û got: “Her kes direve aliyên cûda. Panîk dikeve nav de. Weke cehenemê.” Rojnameya Le Parisien da xuyakirin ku dema çar vagonên dawî qulipîn qurban “bi elektrîk û pelçiqandinê mirine”. Televîzyona France 3 jî destnîşan kir ku herî kêm 400 kes di trenê de hebûn.
Ajovanê trenê ji rojnameya Le Monde re axivî û da diyarkirin ku, qezaya trenê ne ji lezê ye. Got, cihê mijara gotinê lez girêdayî norman kirine. Ajovan da diyarkirin ku, bêhtirê xwe ji binesaziyê çavkaniya xwe digire, dibe ji ber manewrayekî meqesê be.