Tecawîzkarên zaroka biçûk yek bi yek tên girtin!
Tecawîzkarên zaroka biçûk yek bi yek tên girtin!
Tecawîzkarên zaroka biçûk yek bi yek tên girtin!
Li Yenî Delhî ya Hîndîstanê zaroka keçik ya 5 salî hatibû revandin û kesên tecawîzê wê kiribûn, yek hatibû binçavkirin û yê duyemîn jî hat binçavkirin. Li welat bertekên li dijî bûyerên tecawizê her diçin zêde dibin û tê xwestin ku cezayê hindik nedin wan.
Hefteya borî ji bo cezakirina tecawîzkaran protesto pêk hatin. Sala borî bûyerên komî yên tecawîzê li welat pêk hatin û bertekên li dijî vê didomin. Vê carê jî zaroka 5 salî rastî tecawîzê hat.
Di 15’ê nîsanê de li Yenî Delhî zaroka 5 salî ji taxê wan hat revandin û piştre tecawîzê wê kirin. 40 saetê li cihekî girtî hiştin. Niha di nexweşxaneyê de ye û rewşa wê girane. Gumanbarê sereke yê 22 salî roja înê hat binçavkirin. Yê duyemîn jî îro hat girtin.
Di vê navberê de li ber Nexweşaneya ku keçika biçûk lê ye protesto didomin.