Talîban: 11 biyanî di destê me de ne

Talîban: 11 biyanî di destê me de ne

Talîbanan da zanîn ku 11 kesên ku di helîkoptera ku bi awayeke lezgîn li rojhilatê Efxanîstanê daket, di destê wan de ne û ragihand ku evane leşkerên girêdayî artêşa Amerîkayê ne. Heta niha nayê zanîn ka kesên hatine desteserkirin sivîl in an leşker in û hejmara wan jî nayê zanîn. Derbarê vê yekê de agahiyên ku ji hev nagirin tên dayin.

Talîbanan aşkere kir ku di helîkopterê de 11 kes hene û niha di destê wan de ne.  Talîbanê agahî da malpereke înternetê û da zanîn ku kesên di destên wan de leşkerên girêdayî artêşa Amerîkayê ne. Talîbanê da zanîn ku hemû bi saxî hatine girtin û ew birine cihek din a bi ewle ya welat.

Çavkaniyên fermî yên Efxan jî dabûn diyarkirin ku sivîl in. Li gorî agahiyên dawî 9 jê Tirk û kesek jî Rûs e.

Beriya daxuyaniya Talîbanan Hate diyarkirin ku helîkoptera organîzasyoneke Tirkiyeyê û roja yekşemê  bi awayekî lezgîn neçar ma li eyaleta Logar dakeve.  Rayedarê polîsan a eyalatê Raîs Han Sadik diyar kir ku hêzên ewlehiyê helîkopter dîtine lê di hundirê wê de 9 kes tune bû û ev kes ji aliyê Talîbanan ve hatine girtin.

Berdevkê hikûmetê yê eyaletê Muhammed Derwêş  jî diyar kir ku kesên hatine girtin 9 jê Tirk û yek jî Efxan e.  Hinek çavkaniyan diyar kir ku her 9 jî ji Tirkiyeyê ne. Waliyê bajaroka Azra ya ku helîkopter lê daket, Hemîdullah Hemîd jî diyar kir ku ev kes ji aliyê Talîbanan ve hatine desteserkirin.