BI DÎMEN

SYKP-Swîsre di salvegera damezrandinê de merasîma piştevaniyê lidar xist

Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst a Swîsre (SYKP) îsal 11’emîn merasîma piştevaniyê lidar xist. Di merasîmê de car din ruhê piştevaniyê û têkoşîna civakî derket pêş.

SYKP-SWÎSRE

Di merasîma ku li bajarê Basel ê Swîsre hatî lidarxistin de, geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê hatin nixandin û bi hêza huner û muzîkê re peyamên yekîtiyê hatin dayîn.

Serokê avakirina SYKP’ê Tuncay Yilmaz, Endama Meclîsa Partiyê ya SYKP’ê Sûzan Karataş, hevserokatiya Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), parlamenterên berê yên HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr û Ferhat Encu, Hevşaredarê berê yê Êlihê Nejdet Atalay, parlamentera federal a Partiya Keskan Sîbel Arslan, Wezîrê Perwerdeyê ya Kantona Basel Mustafa Atici û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tarhan beşdarî merasîmê bûn.

Dihat payîn ku parlamentera DEM Partiyê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan jî beşdarî bernameyê bibe, lê ji ber geşedanên li Tirkiyeyê nekarî beşdar bibe.

Hevseroka SYKP Swîsre Berfîn Goçer axaftina vekirinê kir û got, “Dijberiya li hemberî koçberan zêde dibe, xizanî kûr dibe û tundiya li hemberî jinan jî zêde dibe. Lê belê muxalefeta civakî jî berxwedanê didomîne. Em ê bi hev re vê têkoşînê mezin bikin.”

Endama Meclîsa Partiyê ya SYKP’ê Sûzan Karataş jî qala krîza siyasî û ekonomîk a li Tirkiyeyê kir û got, “Divê bindest banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê weke derfetek girîng bibînin û zorî li dewletê bikin ku gav bavêje.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tarhan destnîşan kir ku banga Rêber Apo xaleke werçerxê ya dîrokî ye û got, divê demildest zemînê siyaseta demokratîk were avakirin.

Di beşa hunerî ya merasîma piştevaniyê de jî, koma Erbane ya Daf Connection, Azad Karahan, koma muzîkê û hunermend Suavî derketin ser dikê. Govend hate gerandin û hêza huner û muzîkê car din hate hîskirin.

Hunermend Suavî jî axaftineke kurt kir û ji bo pêvajoya aştiyê, banga piştevaniyê kir.