Sûriye êdî endamê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ye
Sûriye êdî endamê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ye
Sûriye êdî endamê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ye
Sûriye bû 190. endamê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya bi kontrolkirina belavbûna çekên ne konvansiyonel (peymanî) wezîfedar e.
Sûriye ku beriya 30 rojan serlêdana endametiya rêxistinê kiribû, ji 14'ê Cotmehê û pê ve endamê 190. ê rêxistinê ye. Rêveberiya Şamê ji bo tinekirina çekên kîmyewî dest bi hevkariya li gel Neteweyên Yekbûyî jî kiribû. Di rewşa heyî de ekîbek ji 60 kesana ji mufetîşên rêxistina mijara gotinê û wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî pêk tê li Sûriyê ye agahiyên ku hikûmetê der barê çekên kîmyewî de daye,lêkolîn dike.
Li dû peymana navbera DYE û Rûsyayê ya 14'ê Îlonê li Cenevreyê pêk anî, bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re divê Sûriye heta mehên navîn ên sala 2014'an çekên kîmyewî yên di destê xwe de bê bandor bike.
Tê payîn hejmara wezîfedar û mufetîşên navneteweyî yên li Sûriyê di demeke kurt de bigihêje 100'î meqamên Sûriyê jî dest bi tinekirina cebilxane û ekîpmanên hilberîna çekên kîmyewî kir.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku îsal hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat, di 27'ê Îlonê de plana tinekirina çekên kîmyewî yên li Sûriyê erê kiribû. Di vê çarçoveyê de heta 30 rojan divê li cihên meqamên Sûriyê nîşan dane û cihên din ên hatine tespîtkirin, divê lêkolîn bên temamkirin. Tê payîn di dawiya meha Mijdarê de dest bi tinekirina ekîpmanên hilberîna çekên kîmyewî were kirin.