Straneke destanî ya Lorî: Dayê dayê wextê ceng e

Komîteya Çand û Hunerê ya Bêstûn strana destanî û bi nav û deng a herêma Loristanê ya bi navê "Dayê dayê wextê ceng e" jinûve xwend û kir klîb.

Strana "Dayê dayê wextê ceng e" yek ji stranên destanî û bedew e ku ji aliyê hunermend Riza Seqqayî ve hatiye gotin. Di nava gelê Kurd de, her wiha li nava piraniya gelên herêmê tê naskirin û lê tê guhdarîkirin.

Ji ber ku straneke destanî ye û îro jî heman hestê vedibêje. Lewre Komîteya Çand û Hunerê ya Bêstûn vê carê ev stran li ser çiyayên bilind ên Rojhilatê Kurdistanê got û klîba wê amade kir û weşand.