Strana 'Xakurka Cengê' ya Koma Amara

Koma Amara ji bo Berxwedana Xakurkê straneke nû amade kir. Endmaên komê gotin, "Huner li dijî zilmê şerê herî mezin e."

Koma Amara stranek bi navê "Xakurka Cengê" der barê berxwedana Xakurkê amade kir.

Ji endamên Koma Amara Xwezan Harûn bi bîr xist ku dewleta Tirk dixwaze polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê belav bike û got, "Li dijî vê dagirkeriyê ji aliyekî ve gerîla bi rengekî dîrokî li ber xwe didin, li aliyê din jî gelê me li qadan dibe dengê gerîla û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan dide. Me jî xwest vî şerî û rastiya berxwedanê bi hunera xwe, bi strana xwe nîşan bidin. Der barê berxwedana Xakurkê de me straneke nû amade kir. Em hêvî dikin ku gelê me dema li vê stranê guhdarî kir wê berxwedana destanî hîn bêhtir hîs bike."

Xwezan Harûn diyar kir ku ew vê stranê û klîbê diyarî gerîlayên HPG û YJA Starê dikin.

'HUNER LI DIJÎ ZILMÊ ŞERÊ HERÎ MEZIN E'

Endama Koma Amara Delal Serhat diyar kir ku wan xwest der barê berxwedana destanî ya gerîla ya li Xakurkê stranekê amade bikin û got, "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Di serî de PDK hêzên herêmî piştevaniya vê dagirkeriyê dikin. PDK xaka me pêşkêşî dagirkerên dewleta Tirk dike. Çawa ku gelê me dibêje xaka me namûs û şerefa me ye divê li dijî yên ku xaka me difiroşin dagirkeran dengê xwe bilind bike û bikeve nava liv û tevgerê. Dem dema xwedîderketina li xaka xwe ye. Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo parastina xaka Kurdistanê bi rengekî fedayî li dijî dagirkeran li ber xwe didin. Bi taybetî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê divê li dijî nokeran helwestê nîşan bide û plana qirêj a li dijî xaka me têk bibe."

Koma Amara ya muzîkê destpêka sala 2000'î li çiyayên Kurdistanê bi şiyara 'rengê jinê û çiyê' ava bû. Koma ku tenê ji jinan pêk tê bi dengê jinê berxwedana li çiyayên Kurdistanê vedibêje.