Steinbrück: Merkel di krîza Euroyê de ji gel re rastiyan nabêje
Steinbrück: Merkel di krîza Euroyê de ji gel re rastiyan nabêje
Steinbrück: Merkel di krîza Euroyê de ji gel re rastiyan nabêje
Li Almanyayê meha îlonê hilbijartin pêk tên. Bermendamê serokwezîr ê Partiya Sosyal-Demokrat (SPD) Peer Steinbruck reqîba xwe Serokwezîra Alman Angela Merkelê bi veşartina rastiyên krîza Euroyê tawanbar dike. Steinbruck beriya hilbijartinê bo cara yekemîn Merlekê vexwend dueloyê.
Peer Steinbruck ku ji kovara nûçeyan a Der Spiegelê re axivî, diyar kir ku Serokwezîr Angela Merkel a ji Partiya Demokrat a Xristiyan (CDU) di meseleya maliyetê ya krîza Euroyê de ne dirust e. Steinbruck diyar kir ku Merlekê berê ji bo Yewnanîstanê gotiye “Em tenê sentekê jî nadin” û ji wê xwest ku rastiyan ji gel re aşkere bike.
Steinbruck ku beriya niha Merkelê ji bo bernameyeke tv vexwendibû, vê banga xwe dubare kir.
Li gor rapirsiyên beriya hilbijartina meha îlonê, dê ne SPD-Kesk û ne jî CDU û FDP’ya lîberal bikarin desthilatiyeke hevpar ava bikin. Partiya Çepgir (Die Linke) weke hêza herî xurt a muxalefetê dixuyê û koalîsyona bi her du aliyan re red dike. Tê diyarkirin ku gelek zor e ku FDP ya hevkara hukûmetê ji sedî 5’ê benda hilbijartinê derbas bike.