Midûriyeta Perwerdeyê ya Îzmîrê ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirk re raporek şand û ragihand ku ew pirtûka “Mişk û Mirov” a wergirê Xeleta Nobel a Aşitiyê John Steibeck bifikar dibînin. Ev pirtûk ji aliyê Xalid Xerzan ve ji Înglîzî bo Kurdî jî hatiye wergerandin. Bi vê raporê careke din nîşan da ka di rêveberiya AKP’ê de li Tirkiyeyê sansureke çiqas dijwar li hemberî pirtûkan heye.
Pirtûka bi navê “Mişk û Mirov” a Steinbeck ev demek dirêj e di saziyên perwerdeyê yên Tirkiyeyê de weke derseke sereke dihate dayin, lê ew jî li rastî sansurê hat. Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, Midûra Perwerdeyê ya Îzmîrê Vefa Bardakçi, li gel raporê mînakên pirtûkê yên ji weşanxaneyên Sel, Varlik û Remzî derketine ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirk re şand û diyar kir ku hin rûpelên pirtûkê bifikar in û ne ehlaqî ne.
Li Îzmîr hin mamosteyan daxwazname şandin û xwestin pirtûka “Mişk û Mirov” weke pirtûkeke bifikar were nîşandan û ji ev yek li rastî nerazîbûna Serokê Yekitiya Weşangerên Tirkiyeyê Metîn Celal hat.
Celal derbarê mijarê de got: “Em dizanin ka Steinbeck nivîskareke çiqas girîng e û ‘Mişk û Mirov’ berhemek çiqas girîng a wêjeyî ye û gelek dersên girîng ên jiyanî dide. Midûriyeta Perwerdeyê ya Îmzîrê xwestiye ku pirtûk bi hinceta “ne ehlaqî ye’ were lêkolîkirin û daxwaza sansurê kiriye, ev yek jî nîşan dide ka li welatê me sansur di çi astê de ye.”
Serokê PEN Tirkiyeyê Tarik Gunersel jî derbarê mijarê de got: “Komîsyona ku berhema klasîk a ‘Mişk Mirov’ a Steinbeck bifikar dibîne, ew bi xwe bifikar e. Careke din Tirkiyeyê li cîhanê rezîl dikin. Wezîrê Çandê Ertugrul Gunay çi dibêje, ez vê mereq dikim. Nizanim dê sansurkerê Yunus Emre ango Wezîrê Perwerdeyê çi bêje....”
Li Tirkiyeyê di serdema serokkomar Celal Bayar a salên 1950-1960 de pirtûka “Rojnivîska Nivîskarekî” ya Dostyevskî ku di wêjeya Rûs û cîhanê de pir girîng e, hatibû qedexekirin. Di pirtûkê de pirsgirêkên civakî û siyasî dihatin nirxandin. Her wiha cih dida mijarên dejenerebûna çandê, rojavayibûn, zimanê zikmakî, sîstema edaletê û pirsgirêkên jinan.
Di serdema Cemal Gursel a salên1960-1969 de, hemû pirtûkên têkildarê Kurdan û Kurdî hatibûn qedexekirin. Di nava vana de pirtûka Kimil a Musa Anter, Gramera Kurdî ya Kemal Badilli û gelek pirtûkên din hebûn. Her wiha pirtûka Gotinên Seîd-ê Nûrsî jî hatibûn qedexekirin.
Her wiha, di serdema Cevdet Sunay ay salên 1966-1973 ku di wê demê de derbeya leşkerî ya 1971 pêk hat û têkoşîna civakî xurt bû, pirtûkên weke: Manîfestoya Komunîst a Marks-Engeles, Îdeolojiya Şoreşa Kemalîst a Emîn Turk Elçî, Jiyan û Bîranîna Min ya Riza Nûr, Ji Çar Girtîgehan a Nazim Hîkmet, Mem û Zîna Emhedê Xanî, Şerê Rizgariya Çînê ya Mao, Hêvî ya Andre Malraux, nameyên Seîdê Nûrsî.... hatin qedexekirin.
Di wê demê de pirtûkên Rojnivîsa Boloviyayê ya Che Guevara û pirtûka Fîdel Castro Diaxive ya L. Lokwood, jî hatin qedexekirin.
Di serdema Faharî Koruturk de jî pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî yên derbarê pirsgirêka Kurd de di rêza yekemîn a qedexeyan de cih digir. Her wiha pirtûkên Mahir Çayan, Hîkmet Kivilcimli, Îbrahîm Kaypakkaya, Harun Karadenîz û Nûrî Dêrsimê hatin qedexekirin.
Qedexeyên li ser pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî yên derbarê pirsgirêka Kurd de ku ji serdema Tûrgût Ozal ve di salên 1989-1993’yê ve dest pê kiribûn, hîna jî berdewam in. Insigh Guide Turkey ya Sevan Nişanyan, Komkujiya Dêrsimê ya Haydar Işik, Siyabend û Xecê ya Huseyin Erdem... û gelek pirtûkên din.
Di serdema Suleyman Demîrel a 1993-20002ê de jî careke din qedexeya li ser pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî berdewam kirin. Her wiha pirtûkên weke Şerên Rizgariya Neteweyî yên li Rojhilat ya Lenîn, Rêkûpêkiya Cîhana Nû û Pirsgirêka Kurd ya Haluk Gerger, Îdamên 12’ê Îlonê ya Hayrî Argav, Tabûya Ermenî ya Yves Ternons, Jiyana Bozkurt (Gurê boz)/Ataturk ya M.C. di nava pirtûkên hatine qedexekirin de ne.
Ji sala 2007 ve ku serdema serokkomartiya Abdullah Gul dest pê kir, sansura li ser pirtûkan berdewam dike. Vê carê di lîsta destpêkê ya van pirtûkên qedexekirî de pirtûkên Abdullah Ocalan hene. Her wiha, pirtûkên weke “Pêşeroj dê me Azad bike” ya George Jerjian, Bîranên Bijîşkek Ermenî ya Dora Sakayan û Sêv ya Enis Batur hatine qedexekirin.