Spanî xwe ji îstîfakirina serokwezîrê 'gendel're amade dikin

Spanî xwe ji îstîfakirina serokwezîrê 'gendel're amade dikin

Li Spanyaya ku bi krîza aborî re rû bi rû ye, vê carê gendeliya (nelirêtî) Serokwezîrê muhafezekar-rastgir Mariano Rajoy hate rojevê. Serokwezîr ev îdîa derewand, lê ji bo îstîfakirina wî di sê rojan de 800 hezar îmze hatin berhevkirin.

Aşkere bû ku Serokwezîr Mariano Rajoyê ji Partiya Gel (PP) ku niha li Spanyayê desthilat e û gelek rayedarên partiya wê pereyan bi rêyên ne qanûnî birine. Rojnameyên El Mundo û El Paisê hesabên berpirsê berê yê aboriya partiyê Luis Barcenas aşkere kiribû.

Ev bûyer di dîroka Spanyayê de weke “Bûyera Barcenas” hate tomarkirin û di belgeyan de tê gotin ku di navbera salên 1997-2008 de salane 25 hezar euro pere ji bo Mariano Rajoy hatiye dain.

Rajoy li hemberî van îdîayên gendeliyê xwe diparêze, lê li aliyeke din pêbaweriya gel a bi partiya wî her ku diçe kêmtir dibe. Partiya wî PP ku di hilbijartinên mijdara 2011 de bi ji sedî 44.6’ê dengan hate ser desthilatiyê, lê niha li gorî anketan rêjeya dengên partiya wî daketiye ji sedî 23’yê.

Li gorî van anketan Partiya Sosyalîst (PS) careke din ji sedî 23’yê dengan digire, Yekitiya Çepan (IU) ku ji sosyalîst û komunîstan pêk tê ji sedî 15, Yekitiya Demokrasî û Pêşketinê (UpyD) ku ji lîberal û rastgiran pêk tê ji sedî 13’yê dengan werdigire. Tê diyarkirin ku dengên partiya desthilat ji bo PS, UpyD, UI çûne.

Li gorî anketê ji sedî 72’yê Spaniyan dixwazin siyasetmedarên ku tevlî skandala Barcenas bûne îstîfa bikin. Serokwezîr ev îdîa derewand, lê ji bo îstîfakirina wî di sê rojan de 800 hezar îmze hatin berhevkirin.