Şoreşa Rojava bû ruh û can ji zimanên dayikê re

Li Rojavayê Kurdistanê, ku bi perwerdeya pirzimanî re li herêma lê ye rê li ber pêşketineke mezin vekir, zimanên gelan ên ku bi salan ji aliyê rejîma Baas ve ji nedîtî ve hatin, ji nû ve zindî bûn.

Zimanên Kurdî, Suryanî, Tirkmenî yên xeteriyeke giran a tinebûnê li ser wan hebû, ji nû ve zindî bûn.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de ragihandibû, ku gelek ziman ji ber serdestiya zimanên din tine bûne. Di daxuyaniyên NY de hatibû ragihandin, ji sedî 97 ê nifûsa cîhanê, tenê ji sedî 4 ê zimanên heyî bi kar tînin û serê her hefteyê zimanekî herêmî tine dibe.

Di nava zimanên ku xeteriya tinebûnê li ser heye, zimanê Kurdî jî heye ku 50 mîlyon kes pê daxivin. Bi Şoreşa Rojava re zimanê Kurdî ji vê statuya li ber tinebûnê ye, bi qismî jî be hat derxistin. Bi saya akademî û dibistanên li Rojava hatin vekirin re, li dijî xeteriya tinebûnê têkoşîn tê meşandin.

TÊKOŞÎN HEYE, LÊ XETERIYA TINEBÛNÊ JÎ HEYE

Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên Tirk, Ereb û Fars li dijî gelê Kurd meşandin, gelê Kurd bi derfetên xwe li ber xwe da. Lê belê tevî vê yekê jî, li Kurdistana ku bi Peymana Lozanê re bi çar parçeyan hat parçekirin, zimanê Kurdî asîmîlasyon, mêtîngerî û zexta neteweperestiya Tirk, Ereb û Fars dît. Û ev rewş hê jî dewam dike.

Ev zimanê qedîm ê ji Gûtiyan û vir ve, ji Elî Herîrî heta Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, malbata Bedirxan, ji Cegerxwîn heta Osman Sebriyan bi têkoşînê li ser piyan ma, lê belê pêşvebirina vî zimanî zehmet bû.

Ev pêşketin bi derketina PKK'ê pêk hat. Pêşketina zimanê Kurdî, di rewşa heyî de her sal ji sala bihurî zêdetir e.

BI ŞERÊ ŞOREŞGERÎ RE ZIMANÊ KURDÎ HAT PARASTIN

Piştî peymana Lozanê hewl hat dayîn, ziman û zaravayên kurdî weke li Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê weke zaravayên Farsî, Tirkî û Erebî bê nîşandan. Piştî ku PKK'ê dest bi têkoşînê kir, gelê Kurd dest bi parastina cewhera xwe kir û hê bêhtir xwedî li ziman û zaravayê Kurdî derket.

Ji bo parastin û pêşvebirina Soranî, Loranî û Hewramanî li Îranê, Soranî û Goranî li Iraqê, Kurmancî li Sûriyeyê û Kurmancî û Zazakî li Tirkiyeyê, têkoşîneke xurt hat meşandin.

ŞOREŞA ROJAVA Û PERWERDE

Serhildana gel a ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir, bi destwerdana hêzên derve û nokerên wan ên herêmî re, veguherî şerê navxweyî.

Gelê Kurd şert û mercên heyî bi zanetî veguherand firsendekê û di 19'ê Tîrmeha 2012an de ji Kobanê dest bi şoreşê krin û li hemû bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê belav kirin.

Bi pêkanîna şoreşê re, ji bo bersiv ji pêdiviyên gel re bê dayîn Kantonên Rojava hatin ragihandin. Ji aliyekî ve têkoşîn li dijî komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrad hat meşandin, li aliyê din jiyana civakî hat avakirin. Li her sê kantonên Rojava saziyên perwerdeyê hatin vekirin û modeleke nû ya perwerdeyê hat pêşkêşkirin.

Li saziyên perwerdeyê yên kantonên Rojava, ku sîstema perwerdeya tekparêzî ya rejîma Baas ji holê rakirin, bi zimanên Kurdî; Erebî, Suryanî, Tirkmenî û zimanên din perwerde tê dayîn. Ji bo Rojhilata Navîn ku mozaîka gelan û zimanan e, ev yek modelek e. Li sazî û akademiyên perwerdeyê, bi hezaran mamoste bi zimanên dayikê perwerdeyê didin bi deh hezaran xwendekarî.

DIBISTAN Û AKADEMIYÊN PERWERDEIYA KURDÎ HATIN VEKIRIN

Ji bo avakirina jiyana civakî, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dest bi vekirina dibistanan kir û bi hezaran mamosteyên zimanê Kurdî perwerde kir.

SZK'ê hewl da sîstema perwerdeyê li Rojava bide rûniştandin û zimanê Kurdî li hemû dibistanên li Rojava fermî bû. Mufredata perwerdeyê ya ji zîhniyeta şovenîst a rejîma Baas a mêtînger hat guhertin. Gelek akademî û enstîtu hatin avakirin. Li van cihan, ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî mamoste hatin perwerdekirin. Di 11'ê Tebaxa 2013'an de yekemîn akademiya ziman û wêjeyê bi navê Şehîd Ferzad Kemanger li Efrînê vebû.

Bi perwerdeya zimanê Kurdî re mamoste hatin amadekiri ku li dibistanên herêmê karibin wezîfeyê bikin. Bi pêşengiya SZK û Yekîtiya Mamosteyên Rojava, di 28'ê Cotmeha 2013'an de Enstîtuya Wêje û Zimanê Kurdî bi navê Şehîd Viyan Amara vebû. SZK'ê di 24'ê Cotmeha 2013'an de li Qamişloyê ji bo ziman, dîrok û wêjeya Kurdî Akademiya Celadet Bedirxan vekir. Dûre li Kobanê jî Enstîtuya Şehîd Viyan Amara hat vekirin.

Di destpêka sala 2015'an de bi perspektîfa neteweya demokratîk gelek enstîtu hatin vekirin. Xebatên di vî warî de li her devera Rojava dewam dikin. Wekî din gelek akademiyên ramanê hatin avakirin. Di 29'ê Tebaxa 2013'an de li Kantona Cizîrê Akademiya Zanistî û Ronakbîriyê ya Nûrî Dersîmî ava bû. Navê vê akademiyê piştre bû Akademiya Zanist û Ramanê Azad.

Li Kantona Cizîrê gelek şaxên akademiyê ava bûn. Gelek kesan di van akademiyan de bi perspektîfa neteweya demokratîk perwerde dîtin. Di 4'ê Nîsana 2013'an de li Qamişloyê Akademiya Civak, Zanistî, Hiqûq û Edaletê ya Mezopotamyayê vebû.

Roja 24'ê Sibatê li Qamişloyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê ava bû. Navê vê navendê piştre bû Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava. Li her bajarê Rojava, navenda çand û hunerê hat vekirin. Tevî hemû zext û zordariyên berê hatin kirin jî, bi rêya van saziyan çand her bi pêş ve diçe.

PERWERDEYA BI KURDÎ Û EREBÎ

Hîmê bingehîn ê şoreşa li ser esasê xweseriya demokratîk li Rojava ava bû, perwerdeya zimanê dayikê ye.

Xebatên perwerdeya ziman, ku di dema rejîma Baas de bi veşartî li malan dihatin meşandin, niha li Kobanê û gundên derdorê li sedan dibistanan ji aliyê bi hezaran mamosteyan ve ji deh hezaran xwendekaran tê dayîn. Tevî ku dewleta Tirk hê jî xwe li zimanê Kurdî ranagire, li Rojavayê Kurdistanê di demeke kurt de feraseta xweseriya demokratîk bi cih bû û perwerde bi zimanên Kurdî û Erebî tê dayîn.

Xebatên perwerdeya zimanê dayikê, ku bi Şoreşa Rojava re di sala 2012'an de li Saziya Zimanê Kurdî li Kobanê bi mamosteyekî û 12 xwendekaran dest pê kir, niha li hemû bajar û gundan bi 200 dibistan, 2000 mamoste û 30 hezar xwendekarî dewam dike.

BI ZIMANÊ TIRKMENÎ PERWERDE TÊ DAYÎN

Beriya ku çeteyên DAIŞ'ê herêmê talan bikin, dihat gotin ku li gelemperiya Reqayê 65 hezar, li Girê Spî jî 35 hezar Tirkmen diman. Tevî vê yekê jî ji ber ku rejîma Baas nedihişt ew bi zmanê xwe hîn bibin, bi Erebî daxivîn.

Bi Şoreşa Rojava re gel û civakên ji baweriyên cuda li jiyanê vegeriyan û gihîştin wê astê ku karibin bi ziman, çand, nasname û baweriya xwe bijîn. Yek ji van jî Tirkmen in.

Par Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Girê Spî, ji bo xurtkirina Şoreşa Rojava gaveke din avêt û ji bo ciwanên Tirkmen perwerdeyeke taybet organîze kir. Bi vê gavê re li Rojavayê Kurdistanê yekemcar dewreyek li ser ziman, dîrok û çanda Tirkmenan hat vebû.