'Şoreş bi xwendinê dibe'

Nivîskar Kahir Bateyî bal kişand ser têkoşînên şoreşê yên dîroka cîhanê û diyar kir, di nava şer de jî karên li ser dîrok, çand û wêjeyê dewam kirine. Bateyî destnîşan kir, taktîkên li dijî dijmin bi xwendina pirtûkan tê afirandin.

Bi giranbûna şer û ragihandina Rewşa Awarte ya piştî 15'ê Tîrmehê re, weşanxaneyên Kurdan gelek zerar dîtin. Li Şirnex, Cizîr, Gever û Nisêbînê ku ji ber êrîşên hikûmeta AKP'ê û Qesra Erdogan hatin talankirin, weşanxane hatin girtin. Li Wanê jî, firotina pirtûkan ên li weşanxaneyan li ber rawestînê ye. Bi taybetî, piştî destpêkirina şer, firotina pirtûkan sekinî. Edîtorê Weşanxaneya Sitav nivîskar Kahir Bateyî da xuyakirin, ku rewşa weşaxaneyên Kurd di sala dawî de her nebaş dibe. Bateyî diyar kir, sedema bingehîn a vê yekê şer e û anî ziman, ev rewş gefê li siberoja gelê Kurd dixwe.

'GELÊ KU ÇANDA XWE DIPARÊZE, TINE NABE'

Bateyî bi mînakek ji dîroka cîhanê re balê dikişîne ser girîngiya eleqeyan ji bo çand, huner û wêjeyê û dibêje, "Di dîrokê de gelek mînakên xwe hene, ku dema li aliyekî şer diqewime, li aliyê din jî têkoŞîna çandî didome. Dema mirov li şoreşa sosyalîst a Rûs dinêrin, dibînin ku bingehên wê li ser çandê hatine avakirin. Gava ku li qadên çand, huner, dîrok û zanistiyê xebat dihat kirin, li aliyê din jî têkoşîna çekdarî dihat meşandin. Yanî divê her du jî bi hev re bên meşandin. Eger têkoşîna şoreşê bi çand û wêjeyê neyê meşandin, şensê wê yê serketinê kêm dibe. Çi dibe bila bibe, gelên ku çandên xwe diparêzin, tine nabin."

'BI XWE ZANIBE, DIJMINÊ XWE NAS BIKE'

Bateyî anî ziman, bi xwendinê divê mirov destpêkê xwe, piştre jî dijminê xwe baş binase û wiha dewam kir: "Em Kurdên ku welatê xwe diparêzin, beriya her tiştî divê em bixwînin, hîn bibin, xwedî li dîrok, çand, huner û zimanê xwe derkevin. Eger mirov bi taktîkên dijmin nizanibin, mirov nikarin têkoşîna şoreşê li dij bimeşînin. Bêguman beriya hînbûna van taktîkan, divê mirov xwe nas bikin. Eger Kurd dîroka xwe ya 5 hezar salî nizanibe, eger nizanibe bê wêjeya Kurd a beriya Îslamiyetê çiqasî xurt bû, eger nizanibe ku jinên Kurd beriya Îslamiyetê bi wêjeyê re eleqedar bû, eger dîroka Kurdan a digihêje 15 hezar sal beriya niha li axa Mezopotamyayê nizanibe, gelo wê çawa karibe têkoşîna şoreşê mezin bike."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI SIBEROJA XWE DERKEVIN'

Kahir Bateyî da zanîn, rêya herî girîng a serketina têkoşînê xwendin e û destnîşan kir, ku ancax bi vî rengî mirov dikarin bûyeran fêhm bikin û gavên rast bavêjin. Bateyî got, "Divê em xwedî li siberoja xwe derkevin û bi taybetî bikin ku zarokên me pirtûkên bi Kurdî bixwînin. Ji vî alî ve karekî serketî yê weşanxaneyên Kurd hene. Tevî pirtûkên zarokan, gelek berhemên bêhempa yên li ser lehengî, wêje, çand, huner û dîroka gelê Kurd hene. Pêwîste ev berhem bên xwendin."