Şewba çûkan 'ji mirovan derbasî mirovan bû'

Şewba çûkan 'ji mirovan derbasî mirovan bû'

Zanyaran dan xuyakirin ku derketiye holê vîrûseke şewba çûkan a li Çînê derketiye holê, ji mirovan derbasî mirovan dibe.

Kovara Tipê British Medical Journal diyar kir ku li Çînê, jineke 32 salî dema li bavê xwe yê nexweş miqate bû, ketiye bin bandora vîrusê û tevî bavê xwe jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku kesên bi şewbê ketine, ya çûye bazareke lê heywanên zindî tê firotin an jî hefteyek du hefte beriya nexweş bikeve, bi mirîşkan re li heman cihî bûye.

Zanyaran dan xuyakirin ku jina 32 salî beriya nexweş bikeve nêzî heywanên zindî nebûye û şeş roj piştî li bavê xwe yê nexweş miqate bû, bi nexweşiyê ketiye.

Di mînakên ji herdu nexweşên jiyana xwe ji dest dan hatin wergirtin de, derket holê ku vîrûsa şewba çûkan di warê genetîk de dişibin hev. Zanyar li gorî vê encamê diyar dikin ku bi îhtimaleke mezin vîrus ji bav derbasî keça wî bûye. Di lêkolînên li ser 43 kesên bi van nexweşxane re di nava danûstandinê de bûn, vîrus nehat dîtin.

Heta vê bûyerê, ti dane nehatibû bidestxistin ku şewba çûkan ji mirovan derbasî mirovan dibe. Lêkolînên beriya niha nîşan didan ku di encama temasek bi heywanên nexweş de, vîrus xwe digihîne mirovan.

Ji 30 Hezîranê û vir ve li rojhilatê Çînê 133 bûyerên vîrûsa H7N9 hatin tespîtkirin û ji van 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.