Şewata li Awûstûralyayê dewam dike
Şewata li Awûstûralyayê dewam dike
Şewata li Awûstûralyayê dewam dike
Şewat başûrê Awûstûralyayê xist bin bandora xwe dewam dike. Ekbînên arkujan, ji bo şewata li du qadên cuda bixin bin kontrola xwe, bûn yek. Germahiya hewayê bandoreke neyînî li têkoşîna i hemberî şewatê dike.
Şefê Arkujiyan a Herêma Galler a Başûr a Nû Shane Fîtzsîmonns got, "Me şewata li du qadên cuda bi awayekî kontrolkirî kirin yek" û ragihand ku xebatên vemirandina agir ji aliyê zêdeyî 1000 arkuj û 84 balafiran ve tê meşandin.
Arkujiyan bi fikarin ku şewata niha aktîfe veguhere şewateke mega.
Hat diyar kirin ku şewatên mega yên ku di 100 kîlometre dûrî Sydney’ê de derketîn, di serî de Sydney gelek cihên din yên nîştecihbûnê dixe nava metirsiyê.
Niha li derdora 60 cihî agir dewam dike. Arkujan ragihandin ku li gel xebatên vemirandinê, hînê li 60 cihî şewat dewam dikin û 14 ji van li derveyî kontrolê ne.