Serokê MPKE’yê û Sekreterê Giştî yê KE’yê piştgirî dan Ocalan

Serokê MPKE’yê û Sekreterê Giştî yê KE’yê piştgirî dan Ocalan

Serokê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) Jean Claude Mignon daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza Amedê de hate xwendin silav kir. Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê S Thorbjorn Jaglan got: “Ez hêvîdar im ku ev pêvajo dê bi avakirina aştiyeke mayinde bi dawî bibe.”

Serokê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) Jean Claude Mignon bi daxuyaniyeke fermî aşkere kir ku ew banga Ocalan silav dikin. Mignon di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Banga agirbestê ya Rêberê PKK’ê silav dikim” de bal kişand ser hevdîtinên ku li Tirkiyeyê ji berfanbara 2012 ve dest pê dikin û got: “Divê hemû cure tundî bi dawî bibin û muzakere dest pê bikin.” Her wiha got ku ew banga agirbestê ya Ocalan girîng dibînin.

KONSEYA EWROPAYÊ: BILA EV PÊVAJO BI AŞITIYEKE MAYINDE BI DAWÎ BIBE

Piştî xwendina nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland bersiveke nivîskî ji pirsên ANF’ê re şand û daxuyaniyên Ocalan weke pêşketineke erênî nirxand. Got: “Ez hêvîdar im ku ev pêvajo dê bi avakirina aştiyeke mayinde bi dawî bibe.”