Serlêdanên pêşbirka ku wê ji bo bîranîna Denîz Firat were lidarxistin destpê kirin

Serlêdanên Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wêneyan a Denîz Firat destpê kirin.

PÊŞBIRKA HELBEST, ÇÎROK Û WÊNEYAN A DENÎZ FIRAT

Wê ji bo bîranîna Rojnameger Denîz Firat 6'emîn pêşbirka helbest, çîrok û wêneyan were lidarxistin ku Denîz Firat di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de yên li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatibû qetilkirin. Pêşbirk bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) a li Mexmûrê tê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Xwendevanên Azad pêşbirk wê ji bo biranîna Sara Hogir Riha, Bîşeng Brusk û Rojnameger Seyît Evran were lidarxistin. Kesên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin jî hewce ye heya meha Xizîranê berhemên xwe ji navnîşanên hatine diyarkirin re bişînin. Xelatgirên pêşbirkê wê bi merasîma ku di 8’ê Tebazê de li cihê şehadeta Denîz Firatê, Wargeha Penaberan a Mexmûrê were lidarxistin, bên eşkerekirin.

Beşdarvan dikarin bi zimanê Kurdî, (Kurmancî, Dimilî û Soranî) Erebî û Tirkî beşdarî pêşbirkê bibin.

ŞERT Û NAVNÎŞANÊN SERLÊDANÊ

Şertên pêşbirkê bi vî rengî ne:

‘’* Berhemên ku wê werin şandin, hewce ye beriya niha li tu cihan nehatibine weşandin.

* Beşdarvan di beşên helbest û wêneyan de dikarin herî zêde bi 2 berheman û di beşa çîrokan de jî herî zêde berhemekê beşdarî pêşbirkê bibin.

* Hewce ye beşdarvan berhemên xwe li gel kurtebiyografiya xwe heya meha Xizîranê ji e-maîla ku hatî diyarkirin re bişînin.’’

Navnîşanên serlêdana pêşbirkê ev in:

* e-maîl: [email protected]

* Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat

* Telefon: +964 751 842 55 76

* Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat

* X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat