Serhildana banliyon li Stockholmê belav dibe
Serhildana banliyon li Stockholmê belav dibe
Serhildana banliyon li Stockholmê belav dibe
Roja yekşemê li taxa Husby a Stockholmê bûyerên dest pêkiribûn ev 3 roje didome û duh êvarê belavî banliyonên din yên Stockholmê bû. Ciwanan li taxên Rinkeby, Tensta, Jakobsberg, Kista, Norsborg, Sollentuna, Skarpnäck, Skärholmen, Sollentuna, Fittja, Bredäng, Vårberg bû û hinek wesayît û avahî dan ber agir. Li hin taxan êrîşên îstayonên polîsan kirin.
Polîsê Swêdê kesekî 69 salî li taxa Husby kuşt û piştî vê bûyeran destpêkir. Bertekên li dijî hikûmeta Swêdê ya ji ber polîtîkayên di navbera çînan de zêde dibe.
DI NAVBERA ÇÎNAN DE NEWEKHEVÎ
Li gorî rapora OECD’ê li Ewropayî herîz êde li Swêdê newekhevî di navbera çînan de hey. Di 15 sale dawî de hejmara xizanan du qat zêde bû.
Di 4 salên dawî de ji ber polîtîkayên lîberal yên nû ên ku 4 partiyên rastgir kirine meriyetê herîz êde penbar di bin bandora wan de dimînin. Li seranserê welat rêjeya betaliyê ji sedî 25 û ev li cihên penaber dijîn jî ji sedî 70-80’ê ye. Ev 6 sale di gelên li banliyon dijîn standarta jiyana wan bi awayekî cidî ketiye.
Di encama polîtîkayên şijandina kemerê de postexane û ocaxên tenduristiyê li Taxa Husby hatin girtin. Herî dawî jî kesekî 69 salî hat kuştin. Ev jî bû sedema pevçûnan.
Polîs û rayedaran bersiv nedan daxwazên ciwanan û ji 19’ê Gulanê de di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Wesayît hatin şewitandin û cam hatin şikandin.
Du êvarê ciwanan li 10 banliyon wesayît şewitandin û avahî dan ber keviran. Polîsekî Swêdê diyar kir ku her der dişewiste û ji ber şewatê têk çûne. Her wiha got ku nêzî 10 ciwan binçavkirine.