Şerên li Kongo bi hezaran mirov koçber kirin

Şerên li Kongo bi hezaran mirov koçber kirin

Li Komara Kongo a Demokratîk ji ber şerên di navbera çalakvan û yekîneyên artêşê de bi dehhezaran mirovan xwe spartin Ugandayê. Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor jî xwe amade dikin ku ji bo penaberan wargeheke nû çêbikin.

Li Kongoyê di encama şerên roja Pêncşemê yên di navbera rêxistina muxalif a bi navê Yekîneyên Tifaqa Demokratîk (ADF-Nalu) û yekîneyên artêşê de bajarê Kamango yê li Bakurê  welêt ketibû çalakvanan. Ji ber şerên rû dane bi dehhezaran mirov cih û warên xwe terk kirin û ketin rewşa penabertiyê. Pirraniya mirovan ji neçarî ber bi welatê Uganda ve reviyan e.

Her wiha tê ragihandin ku piştî bajarê Kamango ji aliyê yekîneyên artêşê ve careke din hat stendin, asta şer daketiye û hejmara penaberên diçin Ugandayê jî kêm bûne. Hejmara penaberan a li gorî roja înê 30 hezar bûn tê ragihandin ku li gorî îro 55 hezar e.

Ligel wê Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Xaça Sor dest bi amadekariyan kampeke nû ya ji bo penaberan kirine. Tê ragihandin ku penaberên derbasî Ugandayê bûne ji neçarî di dibistan û nexweşxaneyan de dimînin.