Şerê li Malîyê ber bi bakur ve diçe

Şerê li Malîyê ber bi bakur ve diçe

Fransayê li welatê Malî ya rojavayê Efrîkayê 11’ê çileyê mudaxaleye leşkerî dabû destpêkirin û didome. Duh piştî girtina bajarê Gao, mîlîtanên Îslamî vekişiyan û tê payîn ku dê şer dijwartir bibe.

Wezareta Parastina Fransayê daxuyaniyek da û da zanîn ku li dijî komên îslamî ku bajarê Gao di destê wan de bu pêşketin heye û diyar kir ku balafirgeha bajar û du pirên stratejîk yên ser çemê Nîjer hatine bidestxistin. Di daxuyaniyê hat gotin ku leşkerên Fransayê bê pevçûneke dijwar bajar desteser kirine.

Çapemeniya Fransayê diyar kir ku şaredarê Gao, Sadu Dîallo ku berê hatibû paytextê, ji vegeriyaya bajar.

Endamên Tevgera Cîhad  (Mujao) û  Yekitiya Efrîkaya Rojava bi mehan bûn Gao di destê wan de bûn û hat diyarkirin endaman bi giştî bajar terk nekiriye.  Li gorî nûçeya çapemeniya Fransayê milîtanên îslamî ji bo ku parastineke berfireh bikin kişinaya herêmên Kîdal û Tombuctou ya bakur.

Fransa tevgera xwe ya bi navê Serval ya ku 2 hezar 500 li Maliyê bi giştî 3 hezar û 700 leşkerî tevli dibe. Fermdandarên giştî yên Dewletên endamên Yekitiya Aboriyê ya Dewletên Efrîkaya Rojava ne (CEDEAO) li Qîlê Fîlan civînek çêkirin û diyar kirin ku dê ji bo artêşa Fransa 5 hezar û 700 leşkerî bişîne.  Nijerya, Nijer, Burkina Faso, Senegal, Benîn, Togo, Gana û Gîne ku di bin yekitiyê de piştgiriyê didin operasyona leşkerî ya Malî.

WELATÊ BERBERIYAN AZAWAD

Heremê bakur ya Malî ji aliyê gelê Berberî ve weke Azawad tê binavkirin.  Azawad ya ku li Çola Sahara ye, her çiqas  bi madenên binerdê gelek dewlemend be jî, welatiyan hewcedariyên xwe yên çandinî pêk dianî.

Li Maliya ku şêniya wê 14 mîlyon e, şêniya Berberiya 1-2 mîyon e. Rûpîvana Maliyê milyonek û 240 hezar kîlometre ye.