Saziyên çand-huner ên li Amedê: Li dijî bêmafiyê bêdeng nemînin

Sazî û akademiyên çand-hunerê yên li Amedê, nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dan û bang li her kesî kirin ku li dijî bêmafî û bêedaletiyê bêdeng nemînin.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ

Şanoya Bajar a Amedê, Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn, Akademiya Ma Musicê û saziyên girêdayî wê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê têkildarî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan. Di daxuyaniya li Komeleya Çand û Hunerê ya li Dîcleyê hatiye dayîn de ji şanogerên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê Omer Şahîn axivî û ev tişt gotin: “Yekemîn berpirsyariya hunermendan ew e ku edaleta civakî, azadî û mafên mirovan parastin e. Lewma em binçavkirin û girtina Hevşaredarê Colermêrgê Mehmet Siddik Akiş û bi ser îradeya gelê Colemêrgê tayînkirina qeyûm wek neheqiyekî mezin dibînin.”

Şahîn destnîşan kir ku ji peywirê girtina hevşaredarê hilbijartî sepanekî dûrî demokrastîkbûnê ye, li dijî îrade gel bêhurmetî ye û axaftina xwe wiha domand: “Huner parastvana herî mezin a îradeya azad û civaka serbixwe ye. Desthilat bi vî awayî zirarekî mezin dide pêvajoya demokratîk. Walîtiya Colemêrgê mafê xwepêşandan û meşan qedexe dike û hewl dide pêşî li bertekên demokratîk ên gel bigire. Di bingeha hunerê de vegotina azadiyê heye. Ne tenê ji bo hunermendan ev yek ji bo tevahiya civakê derbasdar e. Bi van qedexeyan mafên mirovan tên binpêkirin. Ji dûrxistina peywirê ya nûnerên gel ên hilbijartî aştiya civakî dixe talukeyê.”

Şahîn diyar kir ku berpirsyariya hunermend û saziyên hunerê ew e ku aştiya civakî û biparêzin û wiha pê de çû: “Rewşa li Colemêrgê rû daye daxwaza aştî û demokrasiyê ya gel dixe talukeyê. Em ê xwedî li îrade û keda xwe derbikevin. Em wek hunermendên li Amedê dijîn bang li hêzên demokratîk, gelê li ber xwe dide dikin; Li dijî neheqî û bêedaletiyê bêdeng nemînin.”