Salihê Osê li ser gora xwe hate bibîranîn

Bi tevlîbûna endamên Koma Agirî, Koma Botan û gelek helbestvanan ve Hunermend Salihê Osê li guntê Til Şêrê di salvegera duyemîn de hate bîbînan.

Li gundê Til Şêre yê Tirbespiyê bi tevlîbûna gelek hunermendan Salihê Osê hate bibîranîn.

Di bîranîna salvegera Selah Osê de Hevjîna wî Neîma Mûrad li ser jiyan û girîngiya wî ji hunera Kurdî re wiha got: “Osê mirovekî ji bo welatê xwe her tim di nava lêgerîna de dijiya. Tevî ku wî ewqas zor û zehmetî kişandibûn ji bo hûnera Kurdî her tim bi stran û helbestê xwe, xwe xistibû dilê gelê xwe.”

Selah Osê di sala 1955’an de li gundê Til Şîrê ê girêdayî Terbespiyê çavê xwe vedike . Osê wekî zarokekî Kurd tevî hemû zor û zehmetiyan bi heskirinek mezin ji bo hunera Kurdî hertim di nava lêgerîna deye. Ji ber daxwaza wî ya sereke êşê gelê xwe bike stran û ji dîrokê bimîne. Lewra di ciwantiya xwe de tevî kêm amûran jî lê ew xwe digihîne astekî bin av û deng. Bandora hûnera ku li ser Osê kir yek jê helbestvanê mezin seydayê nemir Cegerxwîn û her wiha ji dengê bavê Felek Mehmed Şêxo bandorekî li ser dide kirin. Ew di salên 1980’î de êdî bi awayekî fermî dibe hûnermed û gelek stranên xwe tomar dike. Osê jî mîna gelek hûnermande dibe lêgerê dîroka çanda Kûrdînî.