BI DÎMEN

Mîhrîcana Ciwanên Kurdistanê li Freîbûrgê pêk hat

Mîhrîcana Ciwanên Kurdistanê ku îsal cara duyemîn hat lidarxistin, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi beşdariya bi sedan ciwanan û bi dirûşmeya “Çand mertala hebûna me ye” hate lidarxistin.

MÎHRÎCANA CIWANÊN KURDISTANÊ

Di Mîhrîcana Ciwanên Kurdistanê de bi sedan ciwanên Kurd ên ji welatên weke Elmanya, Hollanda, Belçîka, Fransa û Swîsreyê hatin cem hev. Ciwanên ku di destpêka mîhrîcanê de bi berzkirina dirûşma “Bijî Seroka Apo” ber bi dikê ve meşiyan.

Mîhrîcan di şexsê şehîd Bîşeng Brûsk, Sara Hogir Riha, Dijwar Tolhildan û Tolhildan Qendîl de bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê berdewam kir. Piştî rêzgirtinê, komîteya amadekar a mîhrîcanê axaftina vekirinê kir.

Komîteyê destnîşan kir ku dijberiya ciwanan a li dijî polîtîkayên şerê taybet wê pêkan be û di her kêliya jiyana xwe de wê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bijîn. Di axaftinê de  wiha hate gotin, "Hûn ciwanên hêja yên Kurdistanê, bi baweriya ku hûn ê polîtîkayên şerê taybet têk bibin, di vê têkoşînê de bi hev re dimeşin. Berî her tiştî em tecrîda Îmraliyê ya ku li cîhanê mînaka wê tineye û li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin. Em bang li we ciwanan dikin ku li dijî tecrîdê hemû bi hev re têbikoşin."

Piştî axaftina vekirinê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Sîdar Berîtan û li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Arya Nurhak axivîn. Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hatin gotin: “Îsal bi pêşengiya berxwedana gerîla vejîna gelan pêk anî û lhişt ku hemû xwedî li derkeve. Berxwedana Zapê û rêbazên şer ên li dijî teknîka dijminê faşîst hatin pêşxistin, Rêber APO piştrast kir."

Mîhrîcana ciwanan ji salên 1990’î ve her sal li Ewropayê bênavber tê lidarxistin. Abdullah Ocalan di sala 1998’an de bi rêya telefonê beşdarî Mîhrîcana Werzîş û Çandê ya Mazlûm Dogan a li Hollandayê tê lidarxistin bûbû û ji ciwanan re axaftinek kir. Ji wê demê û vir ve, ji bo zêdekirina hêza têkoşînê ya ciwanan mîhrîcan tê lidarxistin. Di mîhrîcanê de nasnameya ciwan û helwesta îdeolojîk a yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan weke mînak ji ciwanan re tê pêşkêşkirin.

Bernameya dikê bi axaftina Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Gulistan Ateş û li ser navê Malbatên Şehîdan Mesût Arvas berdewam kir. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser rola ciwanan a di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de tê meşandin.

Piştî axaftinan sirûda nû ya TCŞ'ê cara yekemîn ji aliyê Ciwan Şoreş ve di mîhrîcanê de hat pêşkêşkirin. Hunermendên wekî Koma Çar Newa, Îbo Qamişlo, Meral Alkan, Rêber Serhed û Beyan li ser dikê stranên şoreşerî gotin. Her wiha koma folklorê ya ciwanên Saarbruckenê derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Dawiyê sînevizyona li hemberî şerê taybet rola ku dikeve ser milê ciwan hatibû amadekirin hate pêşandan.

Li qada mîhrîcanê lîstikên boks, kişik, tenîsa masê, badmînton û lîstikên din ên Kurdistanî hatin lîstin. Mîhrîcan serê sibê saet di 11:00 de dest pê kir û êvarê saet di 18:00 de bi dawî bû.